Jair Bolsonaro bû serokê Brazîlê

Jair Bolsonaro ku wek siyasetmedarekî muhafazekar tê nasîn, wek serokê Brazîlê hate hilbijartin.

Jair Bolsonaro bû serokê Brazîlê
29 cotmeh, 2018   10:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Hilbijartinan a Brazîlê ragihand ku di dewreya duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de ku di roja duşemê de pêk hatin, Jair Bolsonaro ji sedî 55,7 deng wergirtine.

Duh 147 milyon kesî li Brazîlê dengên xwe dan. Bolsonaro di destpêka meha çileyê de dê dest bi karê xwe bike.

Jair Misias Bolsonaro siyasetmedarekî ji Partiya Sosyalîst Liberiya ya Brazîlê ye û fermandarekî leşkerî bû. Li bajarokê Glycerio li Sao Paulo li Brazîlê di 21`ê Adara 1955’an de hatiye dinê.

(jo)