10 geştiyarên Îranê li Iraqê jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgeha Wasit a Iraqê di encama qezayeke trafîkê de 10 geştiyarên Îranê û ajokarê erebeyê jiyana xwe ji dest da û 9 geştiyarên din jî birîndar bûn.

10 geştiyarên Îranê li Iraqê jiyana xwe ji dest dan
29 cotmeh, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Tenduristiyê ya parêzgeha Wasit a Iraqê ragihand ku di encama qezayeke trafîkê de 10 geştiyarên Îranê mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Navenda Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama qezaya trafÎkê de li ser rêya di navbera Bedra û Kût de yên parêzgeha Wasit de 10 geştiyar û ajokarekî Iraqê di qezayê de jiyana xwe ji dest daye û 9 geştiyarên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku cenaze veguhastin navenda edlî û birîndar jî veguhastin Îranê.