Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Di çarçoveya berdewama alîkariya bi çeteyên DAIŞ'ê re û hewldana mayîndina wê li rojhilatê çemê Firatê, Tirkiye hin deverên Kobanê topbaran kir û di heman demê de alîkariyeke leşkerî ber bi Idlibê ve dişîne. Li Lubnanê hêviya nêzîkbûna avakirina hikûmetê nêzîk dibe.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
29 cotmeh, 2018   09:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa êrîşa Tirkiyeyê li dijî gundewarê Kobanê ya Sûriyeyê kirin û di heman demê de çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê gelek êrîş pêk anîn. Her wiha bal kişandin ser alîkariyên leşkerî yên Tirkiyeyê li Idlibê û dosyeyên avakirina hikûmetên Lubnan û Îraq û behsa rewşa Yemen û Filistînê kirin.

El-Heyat: Enqere alîkariyeke leşkerî ji devera bêçek a Idlibê re dişîne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa rewşa dawî li Idlibê kirin. rojnameya El-Heyat diyar kir ku piştî lûtkeya Stenbolê ku di encamnameya wê de piştgiriya hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de hate kirin, binpêkirinên agirbestê ji aliyê hêzên rêjîm û tabûrên çekdar ve li devera bêçek berdewam dibin û duh jî alîkariyeke leşkerî ya Tirkiyeyê ji deverê re hate şandin.

Hate ragihandin ku tabûreke leşkerî ya Tirkiyeyê ku ji 20 alavên leşkerî pêk dihat duh di dergeha Keferlosîn re ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû û ber bi xala çavdêriyê ya Tirkiyeyê li bajaroka Mork a gundewarê bakurê Hemayê ve çû.

El-Ereb: Tirkiye bi êrîşa li dijî Kobanê baldariya Kurdan li dijî DAIŞ'ê belav dike

Rojnameya El-Ereb behsa êrîşa Tiriyeyê li dijî Kobanê kir ku di heman dema êrîşên dijber ên çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê Dêrazorê de pêk hat û wiha got: "Artêşa Tirk baregehên YPG'ê ku alîkariya xwe ji Amerîka werdigire li derodra Kobanê li rojhilatê çemê Firatê topbaran kirin.

Topbarana Tirkiyeyê di heman dema mijûlbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku bi pêşengitiya YPG'ê ve tê birêvebirin di şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê de pêk hat.

Pisporên leşkerî diyar kirin ku ev êrîşa Tirkiyeyê di heman dema vegerandina DAIŞ'ê ji hin deverên Dêrazorê re gelek pirsan derdixîne holê.

Pispor dibêjin ku du ihtîmalên vê yekê hene: yek ew e ku Tirkiye dixwaze ji mijûlbûna QSD'ê sûd werbigire û ihtîmala duyemîn jî ew e ku êrîşa DAIŞ'ê bi kordîneya bi Tirkiyeyê re pêk hatiye. Nemaze Enqere her tim bi alîkariya DAIŞ'ê tê tewanbarkirin ku hemû çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne.

Pisporan dane zanîn ku Tirkiye baş dizane ku nikare çalakiyên weke "Mertala Firatê" û "Şaxê Zeytûnê" dubare bike û dibîne ku hevkariya bi DAIŞ'ê re dikeve berjewendiya wê ev mijar jî ne dûr e ji ber ku eşkere hevkariyê bi Cebhet El-Nusra re li parêzgeha Idlib û gundewarê Helebê dike.

Şerq El-Ewsat: DAIŞ hezar zarok bi 100 zaravayên cûda li pey xwe hiştin

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat behsa mijara girtiyên DAIŞ'ê li ba QSD'ê û zarokên wan kir û got  ku rayedarên Kurd ragihandine ku herî kêm 500 jin û 1200 zarokên wan ku xwedî nasnameyên 44 dewletan e di sê baregehên bakurê Sûriyeyê de hatine bicihkirin. Lê pirsgirêk ew e ku piraniya van jinan naxwazin zarokên xwe werbigirin û Kurd jî naxwazin wan li ba xwe bihêlin.

Piştî ku DAIŞ hilweşiya evan jin neçar man di van baregehan de bendewar bin da ku çarenûsa wan bête diyarkirin. Dema ku mirov derbasî ba wan dibe cûdabûna zaraveyên wan eşkere dibîne.

Di nava vê kampê bi dehan ziman tên bihîstin weke mînak zimên erebî bi zaraveya Sûriyeyê ku tevlî nava holandî û ingilîzî û Siwêdî bi sedan zarave û devkiyan bûye.

Iraq

Girêdayî mijarên Îraq û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Iraqê şerê xwe yê wergirtina wezaretan nû dikin".

Rojnameya El-Heyat jî behsa xebatên parastina ewlehiyê li nêzî deverên sînorî di navbera Îraq û Sûriyeyê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî parastina ewlehiya sînor beriya şerê Amerîka û Îranê ye".

Lubnan

Der barê xebatên avakirina hikûmeta Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hêviya zayîna hikûmeta Lubnanê zêde dibe".

Rojnameya El-Ereb jî manşêteke xwe girêdayî heman mijarê wiha bi nav kir: "Hizbullah hikûmeta El-Herîrî li hemberî bagera Amerîka rû bi rû dihêle".

Filistîn

Der barê karûbarên Filistînê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas li hemberî dijberiya "biryarên dijwar" an teslîmkariya ji Waşintonê re rû bi rû ye".

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat behas xebatên çareserkirina aloziya Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Waşinton ji bo bêçekkirina Hosiyan bi israr e".

Almaniya

Girêdayî mijara hilbijartinên Almaniya rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî ku partiya Merkel di hilbijatinên herêmî de paşve çû zextên li ser wê zêde bûne."