‘Lûtkeya çaralî ji bo parvekirina berjewendiyan e’

Siyasetmedarê Sûrî Mihemed El-Hiwêdî diyar kir ku lûtkeya çaralî ya li Stenbolê ji bo parvekirina berjewendiyan û gotûbêjkirina dosyaya penaberan hate lidarxistin.

‘Lûtkeya çaralî ji bo parvekirina berjewendiyan e’
29 cotmeh, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Sûrî Mihemed El-Hiwêdî têkildarî lûtkeya çaralî ya di navbera serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û şêwirmenda Almanyayê Angela Merke de ku 27‘ê vê mehê li Stenbolê pêk hatibû, ji ajansa me re axivî.

Mihemed El-Hiwêdî diyar kir ku lûtkeya çaralî ji bo çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê tu encam bi xwe re neanî û ev tişt got: "Ji bilî ku Rûsya hewl dide nexşerêya Sûriyeyê xêz bike û rola Amerîkayê wekî hêzeke xurt li Sûriyeyê paşguh bike, vê lûtkeyê tiştekî nû bi xwe re neanî."

El-Hiwêdî anî ziman ku civîna çaralî bi armana parvekirina berjewendiya li Sûriyeyê û nîqaşkirina dosyaya penaberan hate lidarxistin. Tirkiye dosyaya penaberan wekî kaxezekê ji bo tehrîkkirina dewletên rojava bi kar tîne. Rûsya jî vê mijarê bi îdiaya ku Sûriyeyê ji nû ve ava bike û penaberan vegerîne, hewl dide welatên rojava bi aliyê xwe de bikişîne."

Siyasetmedarê Sûriyeyê Mihemed El-Hiwêdî têkildarî mijara Idlibê di lûtkeyê de wiha anî ziman: "Divê em nas bikin ku dosyaya Idlibê bi girêk e. Di nêrîna min de, Tirkiye hewcedarî demeke dirêj e da ku rewşa xwe bi terorîstan re zelal bike û wekî her carê bi rêya kuştinê ji hinekan xilas bibe."

El-Hiwêdî teqez kir ku Tirkiye dijminahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di lûtkeya çaralî de bi ser neket ku welatên rojava îqna bike ku êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê bike, bi bihaneyên cuda dixwaze êrîş bike da ku projeya demokratîk têk bibe ya ku hêzên demokartîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiyê jê re dikin.

(bb)

ANHA