ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 .10.2018
28 cotmeh, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Buroya MSD‘ê ya Helebê têkildarî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li Efrînê daxuyaniyê dide, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqayê duh bi coşeke mezin salvegera yekem a rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê pîroz kirin. Roja rizgarkirinê ji bo gelê Reqayê wekî rojeke dîrokî tê dîtin. Şêniyên îro jiyanê ji nû ve geş dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Salha Mihemed bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Dayîka Salha destnîşan kir ku nirxandinên Ocalan îro pêk tên û bang li rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê kir ku tecrîdê bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Efrînê teqez kirin ku artêşa Tirk a dagirker dê nikaribe vîna wan bişkîne û anîn ziman ku berxwedana wan berdewam e ta vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Elî Kerîmî da zanîn ku dewleta Tirk bi zêdekirina bargeh û çeken giran li herêma Başûrê Kurdistan peyama dijberiya vîna gelê Kurd dide û amadekariya êrîşeke mezin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Şêwirmendê Ewlehiya Netewî stratîjiya welatê xwe ya nû li Sûriyê pêşkêşî rayedarên Rûs dike, QSD'ê bi ser baregeheke DAIŞ'ê ya li Dêrazorê ve çû, li Iraqê û Lubnanê jî xebatên avakirina hilûmeta nû didomin û li Tirkiyê jî Erdogan derbeyeke siyasî dixwe piştî Neteweperestên Tirkiyeyê ji hevbendiya bi AKP'ê re vekişiyan. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Îlham Ehmed got:"Heger rêjîma Sûriyê di heman destur û heman hişmendiyê de berdewam be dê civaka Sûriyê bi karîsetekê rû bi rû bimîne. Hebûna Tiriyiê li Idlibê tê wateya parçekirina beşeke ji xaka Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevrîn Xelef sedema aloziya Sûriyê spart serweriya yek partiyê (Bass) li ser hikum û teqez kir ku armanca Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pirrengiya siyasî li Sûriyê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welîd El-Xûbarî bal kişand li ser derengxistina pêkanîna tifaqa Rûsya- Tirkiyê ya derbarê Idlibê de û got: " Heya niha me ti gav nedîtine ku çek werin danîn ango çete ji herêma bêçek werin derxistin.

JIN

-Desteya Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikarî li hemberî her cure tundiya li ser jinan bisekine û mafên jinan biparêze, her wiha rola jin di her aliyan de aktîv bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weqfeya Jina Azad a Dêrikê der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê de yên li Efrînê daxuyaniyê dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji zarokatiya xwe ve fêrî pîşeya çêkirina tevnan bûye, niha jî vê çandê diparêze û pê debara jiyana xwe peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê ji bo kesên ku di Mîhrecana Duyemîn a Wêjeyê ya Osman Sebrî xelat wergirtine şahiyekê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li bajarê Girê Spî di demên dawî de tevgera avahîsaziyê geş bûye. Li ser wê Şaredariya Gel a bajêr bi erka xwe radibe, ku çavdêriya projeyan dike û ruxsetan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê bi navê Raêd Elî El-Nehar, tevî astengdariya xwe jiyan xwe bi vîneke xurt didomîne. Çeteyên DAIŞ'ê wî bi ajantiya QSD'ê tewan bar kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dibêje ku wî bi xwe jiyana xwe afirandiye û ji hezkirina xwe ya ji wênesaziyê li hemberî hemû astengiyan sekinî, diçe Helebê da ku xewna xwe bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên navçeya Qenaya yê girêdayî Kantona Kobanê ji ber ne başiya riyan gazincan dikin. Ji aliyekî din ve kêm alavên şaredariyê rê li ber sererastkirinê digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kobanê gelek malên ku şopên dîrokî li dîwarên xwe veşartî hene. Yek ji wan malan jî mala Emîna û Ebûd’în. Ew mala ku di sala 1954`an hatiye avakirin û herdû kal û pîr bi tenê tê de dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA