Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî ev in

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî stratîjiya welatê xwe ya nû li Sûriyê pêşkêşî rayedarên Rûs dike, QSD'ê bi ser baregeheke DAIŞ'ê ya li Dêrazorê ve çû, li Iraqê û Lubnanê jî xebatên avakirina hilûmeta nû didomin û li Tirkiyê jî Erdogan derbeyeke siyasî dixwe piştî Neteweperestên Tirkiyeyê ji hevbendiya bi AKP'ê re vekişiyan.

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên Erebî ev in
28 cotmeh, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê behsa startîjiya nû ya Amerîka li Sûriyê, Pêngava dawî ya Bagera Cizîrê, xebatên siyasî li Iraq û Lubnanê, her wiha geşedanên li Filistînê kirin.

El-Şeriq El-Ewset : Bolton stratîjiyeke nû li Sûriyê pêşkêşî Mosko dike

Rojnameya Rojhilata Navîn der barê tevgerên Rûs û Amerîka yên têkildarî Sûriyê di manşêtekê de got: "Şêwirmendên Ewlekariya Netewî ya Amerîka John Boton di serdana xwe îro ji bo Moskoyê stratîjiya welatê xwe ya der barê dosyaya Sûriyê de pêşkêş dike, di heman demê de şandeyeke amerîkî bi serkêşiya Jamis Jefrî li Sûriyê digere

 El-Heyat: QSD'ê bi ser baregeheke DAIŞ'ê ya li Dêrazorê ve çû

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê kirin. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku şervanên QSD'ê duh bi ser baregeheke DAIŞ'ê ve ya li Dêrazorê çûn û di encamê de şer û pevçûnên dijwar rûdan û balefirên Koalîsyonê jî gelek êrîş li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn. Şandeyeke artêşa Amerîka serdana herêmên di bin serweriya QSD'ê de ne kir. Wezareta Karên Derve ya Amerîka li ser rûpela xwe ya Tiwîterê diyar kir ku fermandarekî artêşa Amerîka yê bi navê Daniyal Dêlî serdana leşkerên xwe yên li herêmên QSD'ê kir da ku piştgiriya çalakiya "Hêza Hişk" bike.

El-Heyat: Enqere demeke dirêjtir dixwaze da ku terorîstan ji derdora Idlibê vekişîne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de kirin. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku li rex berdewama binpêkirina hevpeymanê ji aliyê rêjîma Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî opozîsyonê, Tirkiye li xwe mukur hat ku vekişandina terorîstan ji devera bê-çek bi temamî pêk nehatiye û demeke dirêjtir dixwaze.

Rojnameyê ragihand ku tabûrên radîkal ên li Idlibê yên hevpeymana Rûsî – Tirkî qebûl nekirine, baregehên rêjîma Sûriyeyê li devera Corîn a gundewarê Hemayê topbaran kirin. tabûrên girêdayî Odeya Çalakiyan a bi navê  "Herêd El-Mûimînîn" wêneyên tobparanê belav kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku binpêkirin hêjî berdewam dibin û ragihand ku gelek top bi ser aliyê rojavayê bajarê Helebê ve hatin û balefirên keşfê jî li ezmanê bajarê Miharêt El-Nûman digeriyan. Her wiha hêzên rêjîmê jî gundê Diwêr El-Ekrad topbaran kir.

El-Şerq El-Ewsat: Misogerkarên Astana ji bo piştgiriya xebatên avakirina komîteya destûrî bikin, îro li Mosko dicivin

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat ragihand ku hersê dewletên misogerkar dê îro li Mosko bicivin û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj bikin û dê rêbazekî pêşxistina xebatên avakirina komîteya destûrî peyda bikin.

El-Ereb: Berjewendiyên Erdogan û El-Esed li rojhilatê Firatê rastî hevûdu tên

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Ereb behsa rasthevhatina berjewendiyên Tirkiye û Rûsyayê kir û diyar kir ku rojhilatê çemê Firatê bala hemû aliyên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin dikişîne û yek ji van Tirkiye ku serweriya Kurdan li vê herêmê li hemberî ewlehiya xwe ya netewî metirsîdar dibîne û divê ev metirsî were tunekirin û baş dizane ku dibe ji ber vê yek derbasî dijberiyekê bi Amerîka re bibe û di rastiyê de nikare têde li ber xwe bide.

Tişta balkêş DAIŞ li vê herêmê li dijî Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) çalak bûye û ev yek gelek pirsan derdixîne holê. Nemaze Tirkiye gelek caran hate tewanbarkirin ku alîkariya bi DAIŞ'ê re dike.

Her wiha tişta balkêş ew e ku Rûsya jî girîngiyê dide herêmê. Çavdêr dibînin ku Rûsya hewl dide xemgîniyên Tirkiyeyê li hemberî daxwazbilindiyên Kurdên Sûriyeyê ji xwe re bikar bîne û dibîne ku dijberiya Tirkiyeyê li rojhilatê Firatê dikeve berjewendiya wê û hevkarê wê rêjîma Sûriyeyê.

Şerq El-Ewsat: Zextên rojavayî ji bo avakirina komîteya destûrî di du hefteyan de

Der barê xebatên avakirina komîteya destûrî de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku dewletên rojavayî ji şandeyê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyeyê Stîfan De Mistûra di civîneke Konseya Ewlehiyê de xwestin ku di van du hefteyên pêşîn de civîneke komîteya destûrî lidar bixîne, nemaze piştî ku De Mistûra  Konseya Ewlehiyê agahdar kir ku rêjîma Sûriyeyê bi avakirina komîteya destûrî ne razî ye.

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Serokwezîrê Iraq piştî erêkirina beşekî ji hikûmetê sûnd xwar"

Rojnameya El-Ereb jî behsa heman mijarê kir û manşêteke xwe wiha binav kir: "Adil Ebid El-Muhdî di çareserkirina mijara pavekirinê de têk çû".

Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Wezaretên Parastin û Hundirîn di stûyê serokwezîrê Iraqê de mane".

Rojnameya El-Heyat jî behsa mijara cezayên Amerîka li ser Îranê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Iraq dê derçûnên petrolê ber bi Îranê ve rawestîne".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê û girêdesta sedsalê rojnameya El-Ereb ragihand ku serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Natanyaho ji nuşka ve serdana sultaniyeta Umanê kir û bi Sultan Qabûs Bin Seed re civiya û manşêteke xwe wiha binav kir: "Beşdarbûneke Umanê di girêdesta sedsalê de".

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa cezayên Amerîka li ser Hizbullah kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ji ber cezayên Amerîka li ser Hizbullah xemgîneyeke Lubnanî tê jiyîn".

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê de jî rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ewn hewl dide astengiyan derbas bike; rewş lezkirina avakirina hikûmetê ferz dike".

Rojnameya El-Ereb jî der barê heman mijarê de nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ewn û Basîl rêgeza sêbeşî vedigerînin da ku serweriyê ji El-Herîrî vekişînin".

Ukaz: Mosko Washingot hişyar dike: Vekişandina ji nûklerê xetere

"Cîgirê Xwezîrê Derve yê Rûsya Sergi Ribakof duh yekşemê di daxuyaniyeke xwe de li gel ajansa Tas a Rûsî vekişandina Washington ji peymana nuklerî ya ku di şerê sar de hatibû îmzekirin bi gaveke xeter bi nav kir û got: ev gav dê pir bi xeter be, ez bawerim ku civaka navdewletî wê baş jê fam neke û rastî şermezarkirinên ciddî were."

Tirkiyê

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa vekişandina Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) ji hevbendiya bi AKP'ê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Neteweperestên Tirkiyeyê ji hevbendiya bi AKP'ê re vedikişin."