Civîna çar alî bi dawî bû: Erdogan dîsa gef li Rojava xwar

Civîna çar alî ya di navbera serokkomarên Tirkiyê, Fransa, Rûsya û Şêwirmenda Elmaniya Angela Merkek bi dawî bû. Erdogan dîsa gef li Rojavayê xwar.

Civîna çar alî bi dawî bû: Erdogan dîsa gef li Rojava xwar
27 cotmeh, 2018   20:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Çaralî ya bi mijara Sûriyê ku li bajarê Stenbolê yê Trikiyê bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bi dawî bû.

Pitşî civînê Erdogan, Pûtîn, Macron û Merkel civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Erdogan wiha got: “Daxwaza me ew e ku civîna me û biryarên me di civînê de hildan ji birayên me yên ji Sûriyeyê re bi xêr bin. Armanca me ew e ku li qadê agirbesteke mayînde çêbe, bi cih were û xwîna dirije bê sekinandin. Me îro şêwrên ji dil û baş pêk anîn. Di çarçoveya daxwazên meşrû yên gelê Sûriyeyê da ji bo çareserkirineke siyasî û pêkhatina îstikrarê ya li welêt çi dikare bê kirin, fersend ket destê me û em li ser van mijaran sekinîn."

Erdogan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê got: "Me îro dît ku hewldana li Astanayê çêbû bi beşdariya Fransa û Elmanyayê em dikarin pêşva bibin. Me li hev kir ku hem di asta civaka navneteweyî hem jî di nav 4 welatan de hevkarî were zêdekirin. Me got ku gorî şert û mercan pêvajoya avakirina Komîteya Destûra Bingehîn di demeke kurt de bên temamkirin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan got jî "Em dê wekî li rojavayê Firatê li rojhilatê wê jî çavkaniya gefên li dijî ewlekariya me ya neteweyî berteref bikin. Tirkiye ne li ser sînorên xwe û ne jî li tu herêmeke Sûriyeyê dê destûrê nede ku komên terorê derkevin meydanê."

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got: “Nabe em biryarê bidin ku Beşar Esed bimîne an na. Ji bo ku xelkê Sûriyê karibe biryara xwe bide, em dikarin alîkar bibin.  Ev rejîm êdî nûnertiya xelkê Sûriyê nake, ji ber ku bi milyonan Sûriyeyî reviyan welatên wek Tirkiyê û Fransayê û yên din.

Macron di mijara agirtbesta li Idlibê de jî got: “Ev agirbesta li Îdlibê gelekî girîng e û em piştgiriyê didin berdewamkirina vê agirbestê. Em bi Rûsyayê bawer dikin ku dê zextê li rejîma Sûriyê bikin. Em bi awayekî eşkere dibêjin, êrîşa rejîm û komên piştgiriya wê dikirin, li ser Îdlibê qet nayê qebûlkirin.”

Macron herwiha got: “Li aliyekî koma Astanayê, jixwe me beriya çend mehan gotibû, divê me li gel hevdu bixebitin. Divê xebatên Neteweyên Yekbûyî werin piştgirîkirin.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin got: “Tirkiye, Rûsya, Almanya û Fransa dê di paşerojê de bo çareserkirina kêşeya li Sûriyê hevkariyê bikin.”

Pûtin tekez kir ku  divê biryarên li Soçiyê hatine girtin jî were qebûlkirin û rewa were nasîn û li Sûriyeyê çareserî bi tenê bi rêya dîplomatîk mimkûn e.

Serokê Rûsyayê herwih anî ziman ku di çarçoveya formata Astanayê de piraniya axa Sûriyê ji terorîstan hat paqijkirin û got: “Divê xelkê Sûriyê bi xwe qedera xwe diyar bikin. Me di vê çaçroveyê de guftûgo kir.

Şêwirmenda Elmanyayê Angela Merkel jî anî ziman ku lûtyeke berhemdar bû û em li ser danezaneke hevpar rêkevtî bûn û got: “Divê tenê ne di warê leşkerî de divê di warê siyasî de jî bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî çareserî werin dîtin.

Merkel her wiha got: “Em naxwazin ku careke din bi milyonan mirov têkevin nav talûkeyê û ji bo ku mirov bikaribin vegerin çareseriyeke siyasî pêwîst e. Divê binyada mirovî were danîn. Bo vegera xelkê Sûriyê çareseriyeke siyasî were dîtin. Divê Sûriye bibe welatekî hevpar ê bi ewle.

Şêwirmenda Elmanyayê tekez kir ku bo berdewamkirina agirbesta li Îdlibê divê çi ji destên wan bê ew bikin.