Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû

Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê bi dawî bû. Di şahiyê de hate gotin ku bajarê Reqayê bûye mişeleya mirovaniyê.

Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî bû
27 cotmeh, 2018   15:11

REQA

Şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê îro li bajarê Reqayê li dar ket. Şahî piştî diyarkirina plaketan û şûn de bi dawî bû.

Di şahiyê de, Hevseroka Mala Êzidiyan Selma Xabûr axivî û salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê pîroz kir, her wiha şervanên QSD, YPJ û YPG‘ê û Yekineyên Jinên Şengalê silav kir.

Selma Xabûr, şehîdên Êzidî yên ku di komkujiyên çeteyên DAIŞ‘ê hatine qetilkirin bi bîr anîn û wiha got: "Em şehîdên Şengalê yên bûne qurbaniyên komkujiyên çeteyên DAIŞ‘ê bir tînin, çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Reqa û Mûsilê kiribûn bingehên êrîşên xwe yên hovane, îro em Ii bajarê Reqayê yê hatibû tarîkirin azad in."

Selma Xabûr her wiha anî ziman: "Paytexta DAIŞ‘ê bibû çavkaniya kuştina sivîlan û belavkirina xirabî û wêrankirinê ye. Em Êzidî, Mislman û Xiristiyan salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê li ser xaka rizgarkirî bi hev re pîroz dikin."

Selma Xabûr di dawiya axaftina xwe de, got, ku bajarê Reqayê bûye mişeleya mirovahiyê û got: " Bajarê Reqayê bûye mişeleya mirovahiyê, bi saya yekitî û hevgirtina vê gel serkeftin hate bidestxistin."

Piştî axaftina hevseroka Mala Êzidiyan Selma Xabûr, Koma Diret El-Furat a hunera gelerî ya Tebqayê, Koma Zarokên Reqayê, Koma Botan a Pêkhateyê Ereb, Koma Reqa ya stranên filklorî daketin ser dike û strn gotin. Gelê li ber stranan xelekên govendê gerandin û di navberê de dirûşme beriz dikin.

Di dawiya şahiyê de, Meclisa Sivîl a Reqayê plaketeke diyarî Meclisa Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hindirîn, Hêzên Koalîsyona Navdewletî, Hêzên Xweparastinê, Malbatên Şehîdan û jin sazî û meclisên herêmê kirin.

ANHA