Ji bo çaksaziya bajarê Hesekê, şaredarî xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a Hesekê li herêma Cizîrê Çerxerêya El-Xişman sererast dike û şebekeyên telefonan ên binerd çêdike.

Ji bo çaksaziya bajarê Hesekê, şaredarî xebatên xwe didomîne
Ji bo çaksaziya bajarê Hesekê, şaredarî xebatên xwe didomîne
Ji bo çaksaziya bajarê Hesekê, şaredarî xebatên xwe didomîne
Ji bo çaksaziya bajarê Hesekê, şaredarî xebatên xwe didomîne
Ji bo çaksaziya bajarê Hesekê, şaredarî xebatên xwe didomîne
27 cotmeh, 2018   13:21

HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê, dest bi sererastkirina Çerxerêya El-Xişman a bakurê rojhilatê bajarê Hesekê kir. Çerxerê di salên borî de di şerê ku li herêmê qewimîbû de rûxiyabû.

Şêniyan beriya demekê bi rêya ajansa me xwestibû ku çerxerê were sererastkirin. Ji ber ku çerxerê ji rêyên sereke ye ku çûn û hatina li Hesekê û navçeyên wê lê pêk tê.

Der barê mijarê de, yek ji karkeran Xidir Qaso got ku li ser daxwaza şêniyên taxê wan dest bi sererastkirina çerxerêyê kiriye û destnîşan kir ku dê li derdora çerxerêyê daran biçînin.

Her wiha şaredarî çêkirina resîfên di nava kolanên bajêr de didomîne.

(jo)

ANHA