Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin

Li bajarokê Ceza û 52 gundên girêdayî wê pirsgirêka nan heye. Aliyên têkildar diyar kirin ku di destpêka meha Mijdarê de wê pirsgirêka kêmasiya nan were çareserkirin.

Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
Di meha Mijdarê de li Cezayê pirsgirêka nan tê çareserkirin
27 cotmeh, 2018   08:20

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Sala 2014'an çeteyan binesaziya xizmetguzariyê li bajarokê Ceza yê kantona Qamişlo rûxand, ji ber vê yekê nan li 52 gundên girêdayî bajarokê Cezaa peyda nabe. Bi rizgarkirina wan herêman ji aliyê YPG û YPJ'ê ve, Şaredariya Gel a Cezayê dest bi çêkirina cihên giştî di nav de firneyên bajarok, kir. Di dawiya sala 2017'an de Desteya Şaredariyan û rêveberiyên herêmî li herêma Cizîrê firneyek vekir, lê ji ber ku jeneratora firneyê tune ye, heta niha dest bi xebatê nekiriye.

Şêniyên bajarokê Ceza û 52 gundên girêdayî wê ji aliyê têkildar xwest pêdiviyên jiyanê wekî nan û av peyda bikin. Ji ber vê yekê şênî naçar man ku genim bikirin û bikin ard û bi rêka tenûr û sac nan bipêjin.

Şêniyê bi navê Mihemed Ziyab El-Selmo ji gundê Selîme bilêv kir ku ji sala 2014’an ve nan tune ye û wiha got: "Firneya herî nêzî me 35 km dûrî me ye, em diçin navçeya Til Hemîsê da ku nan bikirin." Desteya Şaredariyan li herêma Cizîrê firneyek çêkir lê heta niha nayê bikaranîn. Selmo destnîşan kir ku nirxê torek ard derdora 20 heta 22 hezar lîreyên Sûriyeyê ye, ev tişt jî zehmetiyan ji şêniyan re çêdike.

Cîgirê hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Cezayê Berzan Mişrif têkildarî mijarê wiha axivî: "Di detspêka meha Cotmehê ya sala 2017’an de dest bi çêkirina firnê hate kirin û di meha Gulanê bi dawî bû." El-Mişrif da zanîn ku firne di aliyê avakirin, alav û karkeran de amade ye, lê ji ber ku jeneratora firneyê tune ye, neketiye meriyetê.

Berzan Mişrif got wê jenerator û ard ji bo firneya bajarokê Ceza di destpêka meha Mijdarê de amade bin.

 (jo)

ANHA