Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Tevî ku du hefte di ser muhleta pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê re ya der barê Idlibê de derbas bûne, lê Tirkiye ku misogerkarê komên çete û terorîst e nikare van koman ji herêmê derbixîne. Li Iraqê serokwezîrê nû herdu wezaretên hundirîn û parastinê hiştin heta ku bilokên siyasî der barê van herdu wezaretan de li hev dikin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
27 cotmeh, 2018   08:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa dawî ya parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê û rasthevhatina berjewendiyên Rûsya û Tirkiyeyê li rojhilatê Firat kirin. rojnameyan her wiha behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê û girêdesta sedsalê ya Filistînê û cezayên Amerîka li ser Hizbullha ya Lubnanê û doza kuştina Xaşiqçî û sûdwergirtina Erdogan ji vê dozê kirin.

El-Ereb: Berjewendiyên Erdogan û El-Esed li rojhilatê Firatê rastî hevûdu tên

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Ereb behsa rasthevhatina berjewendiyên Tirkiye û Rûsyayê kir û diyar kir ku rojhilatê çemê Firatê bala hemû aliyên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin dikişîne û yek ji van Tirkiye ku serweriya Kurdan li vê herêmê li hemberî ewlehiya xwe ya netewî metirsîdar dibîne û divê ev metirsî were tunekirin û baş dizane ku dibe ji ber vê yek derbasî dijberiyekê bi Amerîka re bibe û di rastiyê de nikare têde li ber xwe bide.

Tişta balkêş DAIŞ li vê herêmê li dijî Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) çalak bûye û ev yek gelek pirsan derdixîne holê. Nemaze Tirkiye gelek caran hate tewanbarkirin ku alîkariya bi DAIŞ'ê re dike.

Her wiha tişta balkêş ew e ku Rûsya jî girîngiyê dide herêmê. Çavdêr dibînin ku Rûsya hewl dide xemgîniyên Tirkiyeyê li hemberî daxwazbilindiyên Kurdên Sûriyeyê ji xwe re bikar bîne û dibîne ku dijberiya Tirkiyeyê li rojhilatê Firatê dikeve berjewendiya wê û hevkarê wê rêjîma Sûriyeyê.

El-Heyat: Tirkiye nikare radîkalan ji devera bê-çek a Idlibê derbixîne

Girêdayî hevpeymana Rûsya û Tirkiye der barê Idlibê de rojnameya El-Heyat diyar kir ku têkçûna istixbarata Tirkiyeyê ya birazîkirina komên radîkal ji bo ji devera bê-çek vekişin berdewam dike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku radîkal êrîşên xwe li dijî hêzên rêjîmê didomînin û tê gotin ku du endamên rêjîmê hatine kuştin.

Şerq El-Ewsat: Zextên rojavayî ji bo avakirina komîteya destûrî di du hefteyan de

Der barê xebatên avakirina komîteya destûrî de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku dewletên rojavayî ji şandeyê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyeyê Stîfan De Mistûra di civîneke Konseya Ewlehiyê de xwestin ku di van du hefteyên pêşîn de civîneke komîteya destûrî lidar bixîne, nemaze piştî ku De Mistûra  Konseya Ewlehiyê agahdar kir ku rêjîma Sûriyeyê bi avakirina komîteya destûrî ne razî ye.

El-Qudis El-Erebî: alîgirên rêjîmê 7 sivîl li Idlibê kuştin û opozîsyon ji bo îstifakirina El-Esed bi israr e

Girêdayî mijarên leşkerî rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku 7 welatiyên sivîl li devera bê-çek a Idlibê ji aliyê alîgirên rêjîmê ve hatin kuştin û 10 welatiyên din jî birîndar bûn.

Berpirsyarekî paya bilind a Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor diyar kir ku asta hilweşînê li Xota ya nêzî Şamê gelekî mezin e û got ku pêwîstiyên mirovahî hêjî zêde ne.

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa cezayên Amerîka li ser Hizbullah kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ji ber cezayên Amerîka li ser Hizbullah xemgîneyeke Lubnanî tê jiyîn".

Doza kuştina Xaşiqçî

Rojnameya El-Ereb der barê doza kuştina rojnamegerê Siûdiyê li Stenbolê Cemal Xaşiqçî de diyar kir ku Erdogan îdîa dike ku ew parêzvanê azadiya çapemeniyê ye û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Eger Xaşiqçî rojnamegerekî Qeterî bûya gelo Erdogan dê çi bikiriba".

Iraq

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Wezaretên Parastin û Hundirîn di stûyê serokwezîrê Iraqê de mane".

Rojnameya El-Heyat jî behsa mijara cezayên Amerîka li ser Îranê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Iraq dê derçûnên petrolê ber bi Îranê ve rawestîne".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê û girêdesta sedsalê rojnameya El-Ereb ragihand ku serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Natanyaho ji nuşka ve serdana sultaniyeta Umanê kir û bi Sultan Qabûs Bin Seed re civiya û manşêteke xwe wiha binav kir: "Beşdarbûneke Umanê di girêdesta sedsalê de".