Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike

Di encama qutkirina ava çemê Dîcle de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û kêmkirina rêjeya herikîna wê, şêniyên gundê Eyn Dîwer ji ava vexwarinê û avdana zeviyên xwe yên çandiniyê bê par dimînin. Di encamê de bandoreke neyînî bi giştî berhemên çandiniyê bûye.

Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike
Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike
Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike
Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike
Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike
Kêmbûna rêjeya herikîna çemê Dîcle bandorê li Dêrikê dike
27 cotmeh, 2018   07:49

ÎSAM EBDULLAH – AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Çemê Dîcle yek ji çemên navdewletî ye û ji Tirkiyeyê ber bi Sûriye û Iraqê ve diherike. Li gorî qanûn û pîvanên Neteweyên Yekbûyî divê ev her sê dewlet sûdê ji ava çemê Dîcle wergirin.

Hikumeta AKP'ê ji dema ku desthilatdariya Tirkiyeyê dike ve rêbazên cuda li dijî gelên herêmê dide meşandin. Dewleta Tirk rêjeya herikîna ava çemê Dîcle heta asteke bilind li ser Sûriye û Iraqê kêm kiriye. Di encamê de bandoreke neyînî bi giştî hilberîna çandiniyê ya geliyê Dîcle bûye.

Cotkarên gundê Eyn Dîwarê yê girêdayî devera Dêrikê ji ber qutkirina ava çem ziyanên mezin dîtine. Girêdayî mijarê cotkareke gundê Eyn Dîwarê ya bi navê Emşa Xelîl ji ajansa me ANHA'yê re axivî û wiha got: "Di encama guhertina rêya herikîna çemê Dîcle de nêzî 50 hezar donim ji zeviyên çandiniyê ji avdanê bê par mane. Leşkerên Tirk gelek caran gule li cotkaran dibarandin ku hewl didan zeviyên xwe bixebitînin."

Emşa da zanîn ku di encama van destdirêjiyên Tirkiyeyê de rewşa jiyanî li gundê wan gelekî têk çûye û bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar kir ku rê li pêşiya van destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.

Ji aliyekî din ve di encama kêmkirina rêjeya herikîna ava çemê Dîcle de rêjeya ava bîrên deverê jî gelekî kêm bûye. Welatiya bi navê Şêrîn Reşîd diyar kir ku ava vexwarinê li gundê wan Eyn Dîwarê gelekî kêm bûye û wiha got: "Gelek darên fêkiyan çilmisîn."

Şêrîn da zanîn ku di encamê de gelek ciwanên deverê neçarî koçberiyê bûne û gelek ciwan jî neçar man dest ji xebatên xwe yên çandiniyê berdin.

AKP'ê di 2'yê Hezîrana borî de bendava Ilisû da xebitandin û di encamê de rêjeya herikîna ava çemê Dîcle gelekî kêm bû.

ANHA