Aldar Xelîl: Destûr û guhertin girêdayî beşdarkirina aliyan in

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku destûra niha çareseriyê pêk nayne û guhertina wê girêdayî beşdarbûneke tevahiya Sûriyeyê ya aktîf e û divê îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de hazir be.

Aldar Xelîl: Destûr û guhertin girêdayî beşdarkirina aliyan in
27 cotmeh, 2018   07:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li ser rûpela xwe ya Twitterê diyar kir ku guhertina li Sûriyeyê pêk hatiye û hê jî didome, hemû diyardeyên beriya sala 2011'an niha nabin çareserî û yek ji aliyên çareseriyê destûr e û bêyî guhertineke cidî ne pêkan e behsa destûreke nû were kirin û ev destûr jî girêdayî beşdarbûna Sûriyeyê ya giştî ye.

Xelîl da zanîn ku îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê hezir be ku ji aliyê hebûn, bandor û berpirsyariyê ve ku di asteke bilind de parastina yekitiya Sûriyeyê dike û projeya çareseriya demokratîk bi pêş xist.

Aldar Xelîl got çespandina rewşa piralî û hevkariyê di pratîkê de û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî proje û êrîşên tarî li ber xwe da ku di bingeha xwe de hewl didan destkeftiyên giştî gelê Sûriyeyê têk bibin.