Erkên mezin li pêşiya rêveberiya nû ye

XRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca koordînekirina karê di navbera rêveberî û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û hevparpkirina qanûnan hate damezrandin. Rêveberiyê xebatên xwe yê rêxistinkirine didomîne, diyar bû ku dê sere Mijdarê de deste dest bi kar bike.

Erkên mezin li pêşiya rêveberiya nû ye
Erkên mezin li pêşiya rêveberiya nû ye
27 cotmeh, 2018   06:30

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya pêkanîna biryarên kongreya xwe ya 3’yemîn de û bi armanca avakirina "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" di dîroka 6’ê Îlona 2018‘an de civînek ji meclisên herêmî û rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dar xist.

Di encamê kongreya 3‘yemîn de biryar hate standin ku komîteyeke amadekar ji nûnerên hemû meclis û rêveberiyê ji aliyê rêveberiya MSD’ê were avakirin. Erka komîteyê ewe ku, şeklê rêveberiya hevbeş û çawaniya koordînekirina kar di navbera rêveber û meclisan de diyar bike û erk û mîsyona wê xêz bike.

Di civîna yekem de, Sîham Qeryo û Ferîd Etê wekî hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Her wiha endamên dîwana meclisê ku ji 5 kesan pêk tê jî hatin hilbijartin. Di heman civînê de Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş wekî hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Her wiha komîteyeke amadekar ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate avakirin.

Di civîna duyemîn de, 9 desteyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin û hevserokên wan hatin hilbijartin. Desteyên ku hatin hilbijartin evin; Desteya Hundirîn, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Rêveberiyên Herêmî, Desteya Aborî û Çandiniyê, Desteya Darayî, Desteya Çand û Huner, Desteya Tendirûstî û Ekolojî, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Jinan.

Girîngiya avakirina Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî serketinên rêveberiyên xweser li hersê kantonan (Kobanê, Cizîrê û Efrînê), her wiha meclisên sivîlê ên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê pêk hat. Nexasim ku li ev herêm ji aliyê QSD‘ê, ji çeteyan hatin rizgarkirin û ji aliyê niştecihên herêmê tê bireverin.

Peywira Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke ne navendî ye û ji 7 rêveberiyan pêk tê. Erka xwe hevparkirina qanûnên hemû rêveberî û meclisan û koordînekirina kar di navbera wan de ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her meh civîna xwe li dardixe û bi rêveberî û meclisên sivîl re dicive da ku biryar û qanûnên hevpar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango herêmên di bin parastina QSD‘ê derxînin. Deseteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dê civînên xwe li dar bixe da ku bernameya xebatên xwe û mekanîzemeya pêkanîna xebatê diyar bike. Her wiha biryarên hevpar li ser asta herêmê derxînin, paşê jî dê radestî hevserokatiyê bikin da ku di civîna mehê de gotûbêj bikin.

Piştî avakirina desteyan 7 buro hatin avakirin

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ragihandina desteyan 7 buro ava kirin "Têkiliyên Derve an Têkiliyên Giştî, Ragihandin, Danûsandin, Parastin, berhema Binerd û Petrolê, Pilansazî û Geşbûnê û Buroya Karûbarên Mirovî" her wiha komîteyên girêdayî buroyan hate avakirin, Buroya Karûbarên Mirovî girêdayî Rêveberiya Giştî.

Rêveberî serê mehê fermî dest bi karê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê serê meha Mijdarê dest bi karê xwe bike. Di vê çarçoveyê de gelek kar û xebat li pêşiya wê ne. Xebatên sereke yên ku li pêşiya rêveberiyê ne jî xebatên xizmetguzarî û perwerde ne. Bi taybet herêmên ku nû ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin, binsaziya wan herêman hilweşiyane. Ji rêveberiya nû tê xwestin ku sazûmaniyeke nû li van herêman saz bike û di her aliyan de bi lez xebatan bide pêş. Her wiha hemû qanûnên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin yek.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber zulma çeteyên DAIŞ‘ê  û êrîşên derve êş û azar jiyan kirin. Lewra erka me ya ku em xizmeta gel bikin û pêwîstiyên wan bi cih bînin heye. Hîna gelek herêmê hene ku bi temamî hatin hilweşandin divê ku van herêman ji nû ve ava bikin û xizmeta wan bikin."

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ew hina di pêvajoya rêxistinbûyînê de ne, lê ew ê pilansazî û projeyên xebatên deynîn û di destpêka mijdarê de dest bi kar bikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid tekez kir ku ew rêziknameya rêveberiyê amade dikin.

ANHA