Qesra Spî Pûtîn vexwend Washingtonê

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton, li paytexta Gurcîstan Tîflîsê civîneke çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku wan Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vexwendine Washingtonê.

Qesra Spî Pûtîn vexwend Washingtonê
26 cotmeh, 2018   12:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Bolton, Pûtîn û Serokê DYA'yê Donald Trûmp wê 11'ê Mijdarê di merasîma salvegera 100. a bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li Parîsê ji bo demeke kin li hev rûnên.

Bolton eşkere nekir bê Qesra Kremlînê daweta wan qebûl kiriye yan na.

Serokên DYA û Rûsyayê van hefteyên dawî çend caran bi hev re axivîn. Lê heta niha tenê carekê li Helsînkiyê di meha Tîrmehê de civîneke bilind pêk anîbûn û li hev rûniştibûn.