Yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li herêma Cizîrê hate organîzekirin

Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê, yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li ser asta herêma Cizîrê li salona Şehîd Zelal a bajarê Qamşilo orgnîze kir.

Yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li herêma Cizîrê hate organîzekirin
Yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li herêma Cizîrê hate organîzekirin
Yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li herêma Cizîrê hate organîzekirin
Yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li herêma Cizîrê hate organîzekirin
Yekemîn pêşbirka şetrencê ya jinan li herêma Cizîrê hate organîzekirin
26 cotmeh, 2018   12:12

QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî û rêveberên yekitiya werzîşê beşdarî merasîma vekirina pêşbirkê bûn.

10 kes ji kluba Asayîşa Jinê, kluba Qendîl, kluba Rojava û Dijle, her wiha jinên ciwan ên ji dervayî kluban be tevlî pêşbirkê bûne.

Rexed Emîne ku bi navê kluba Asayîşa Jinê tevlî pêşbirkê bûye, kêfxweşbûna xwe bi tevlêbûnê anî ziman û destnîşan kir ku armanca wê ne tenê serkeftina di şetrencê de ye, lê ji bo ji cîhanê re îsbat bikin ku jin dikare di her alî de kar bike.

Pêşbirk bi xeletdayîna baştirîn lîstokvan Zeyneb Şêxmûs û belavkirina diyariyan li ser hemû beşdaran bi dawî bû.

(kc)

ANHA