DAIŞ'ê rewşa madî ya dijwar bi kar anî û sivîl tev li xwe kirin

Hejmarek ji girtiyên ku ji ber endamtiya DAIŞ'ê hatibûn tawanbarkirin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî qedandina dema hikumê wan serbest berdan, sedemên ku hiştin ew tev li nav refên DAIŞ'ê bibin vegotin.

DAIŞ'ê rewşa madî ya dijwar bi kar anî û sivîl tev li xwe kirin
26 cotmeh, 2018   09:24

HESEKÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 102 girtiyên ku ji ber endamtiya DAIŞ'ê tawanbar bûbûn di 23'yê Cotmehê de serbest berdan.

Têkildarî vê mijarê ajansa me bi hejmarek kesên ku serbest hatine berdan re hevpeyvîn çêkirin.

Zextên madî û derûnî bûn sedema tevlêbûnê

Besam Mihemed ê ji gundê Hecîn ê gundewarê Dêrazorê got ew ji ber zextên derûnî û di encama rewşa madî ya dijwar de di herêmên di bin serweriya DAIŞ'ê de tev li rêxistina terorê bû.

Ciwanê 20 salî destnîşan kir ku ew nêzî 5 mehan di nav DAIŞ'ê de wek ajokarê stêreya avê qaşo bi navê Dîwana El-Hesbê (polîs) de dixebitî.

Mihemed wiha domand: "DAIŞ'ê bi gotin û îdiayên xwe ku dibêjin ew nîşaneya rêya îslamê ya rast in û ew hatine misilmanan bikin yek û kafiran tune bikin, em bi kar anîn." Girêdayî binpêkirinên DAIŞ'ê Mihemed wiha got: "Siyaseta DAIŞ'ê kuştina şêniyan, koçberkirina wan û desteserkirina malên wan bû. Beyî dadgehkirinê li mirovan cezayê mirinê dibirin. Armanca wan tunekirina gel bû."

DAIŞ vebijêrka tekane ji bo debarê?

Rewşa Mihemed Ramadan ji yên beriya wî ne baştir bû. Ramadan diyar kir ku ew di encama bêkariyê de û dorpêça ku li wan ferz kirine, tu rêyeke din ji bo peydakirina debara xwe ji bilî tevlêbûna DAIŞ'ê nedît.

Mihemed Ramadan 35 salî ye û ji herêma Ezazê li bakurê gundewarên Helebê ye. Ramadan xuya kir ku ew di sala 2016'an de tev li DAIŞ'ê bûye û salekê di nav de maye. Her wiha diyar kir ku wî cihê xwe li bendên kontrolê digirt. 

Mihemed Ramadan wiha domand: "Piştî tevlêbûna min bi 20 rojan balafiran noqteya ku ez lê dimam li gundê Til Betal ê bakurê gundewarên Helebê topbaran kir. Di encamê de ez di gelek cihên bedena xwe de birîndar bûm." Her wiha Ramadan destnîşan kir ku ew tev li tu şeran nebûye û piştî dermankirinê bi erka meşandina kar û barê ku qaşo bi navê mucahîdîn tên binavkirin rabûye û li bermaberî erka xwe mehane wek fon di navbera 80-100 dolar de pere digirt.

Di berdewama vegotina xwe de Ramadan got DAIŞ'ê gelek zilm li şêniyan dikir û ji bilî kuştin û serjêkirinê tiştek ji wan nedîtiye. Her wiha Ramadan destnîşan kir ku wî dixwest bireve Tirkiyeyê lê ji ber rewşa wî ya dijwar nikarî biçe û neçar ma di nav DAIŞ'ê de bimîne.

Ramadan di meha Tebaxa 2017'an de xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye, piştî ku koçberî kampa Erîşe ya gundewarên bajarê Hesekê li herêma Cizîrê bûye.

Piştî serbestberdana wî Mihemed Ramadan wiha got: "Ez dixwazim vegerim malbat û 3 zarokên xwe û dest bi jiyaneke nû bikim."

DAIŞ'ê 2 birayên min bi dar ve kirin û ez ê tev li QSD'ê bibim

Her wiha kesê bi navê Farûq Xelef ê 25 salî û ji navçeya El-Qiyara ya girêdayî parêzgeha Mûsilê ya Iraqê ye. Farûq zewicî ye û bavê 2 zarokan e. Di destpêka derbasbûna DAIŞ'ê ji Iraqê re di sala 2014'an de tev li DAIŞ'ê bûye.

Farûq Xelef behsa sedema tevlêbûna xwe kir û wiha got: "Rewşa madî ya dijwar bû sedema tevlêbûna min a DAIŞ'ê. Hevalên min jî bi gotina ku DAIŞ'ê dê fonên baş bi me de ez xapandim."

Ramadan wiha domand: "Destpêkê ez hatim xapandin. Min 65 hezar dînarên Iraqê werdigirt." Her wiha destnîşan kir ku wî wek polîsê trafîkê kar dikir.

Ciwanê Iraqî diyar kir ku DAIŞ'ê gelek şêwazên zilmê der heqê sivîlan de bi kar dianîn. Her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê du birayên wî kuştine û wiha got: “Yek leşkerê artêşa Iraqê bû û DAIŞ'ê bi rêya teqandina erebeya wî ew kuşt. Ya din bijîşk bû, çeteyan bi hinceta ku bi Koalîsyona Navdewletî re danûstandinê dike, li ber Nexweşxaneya Cumhuriyetê ya navçeyê ew darve kir.”

Farûq tenê çend mehan tev li DAIŞ'ê ma. Piştre reviya Sûriyeyê û li kampa Erîşe ya penaberên Iraqê bi cih bû. Paşê xwe radestî QSD'ê kir.

Farûq 8 meh û 10 rojan li gel QSD'ê girtî ma. Têkildarî wê Farûq destnîşan kir ku danûstandina QSD'ê bi wî re baş bû û her wiha di hemû aliyan de alîkariya wî kirine.

Di dawiyê de Farûq Xelef destnîşan kir ku ew venagere Iraqê lê belê dê tev li QSD'ê bibe.

(şx)

ANHA