Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê

Sîstema nirxandinê ku ji aliyê mamasteyên zanîngehên Bakurê Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, sîstemeke nû ye û dê beşdarî avakirina nifşekî ronakbîr bibe ku karibe karê xwe li ser erdê pêk bîne ango berovajî sîstema zanîngehên berê. Bi rêya vê sîstemê kar û çalakiyên xwendekarên zanîngehan tên nirxandin.

Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
Di zanîngehên Bakurê Sûriyeyê de sîstema nirxandinê
26 cotmeh, 2018   05:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî lidarxistina konferansa zanîngehan li Bakurê Sûriyeyê rêveberiya zanîngehan gelek biryarên girêdayî pêşxistina rewşa zanîngehan çespandin. Her wiha avakirina nifşekî di hemû aliyan de temam, lê xala balkêş û cuda ya hemû zanîngehan ew e ku sîstemeke nû di zanîngehan de hatiye avakirin, ew jî "sîstema nirxandinê" ye.

Di vê qonaxa hestiyar de Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên girîng ber bi pêşxistina hemû aliyên perwerde, siyasî, leşkerî û hwd diavêje û niha zanîngehan bi rêxistin dike û qanûnên taybet ên zanîngehan çêdike.

Di vê raporê de em ê balê bikişînin ser sîstema nû ya zanîngehên Bakurê Sûriyeyê ango sîstema nirxandinê ji bo diyarkirina asta xwendekaran û armanca wê ya sereke û çawaniya birêvebirina wê di zanîngehan de.

’Sîstema nirxandinê’ di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çi ye?

Serkeftina perwerdeyê di asta serkeftina xwendekaran de diyar dibe. Ji ber vê yekê sîstema nirxandinê beşeke sereke ji aliyên sîstema hînbûn û perwerdeyê ye. Sîstema nirxandinê girêdayî naveroka çalakiya perwerdeyê û rêbazên ku di çalakiya perwerdeyê de tên meşandin û her du hev temam dikin.

Armanc ji sîstema nirxandinê ne jihevderxistina xwendekarên baş û nebaş e û ne xwendekarên serkeftî û ne serkeftî ye, lê belê armanca wê ew e ku asta xwendekaran were pêşxistin û kêmasî û şaşiyên heyî bêne çareserkirin. Lê rêbaza ku divê di nirxandinê de were meşandin ew e ku asta xwendekaran bi awayekî adil diyar bike.

Rêbazên ji bo naskirina asta xwendekaran tên meşandin bi giştî girêdayî tecrube û ezmûnên nivîskî, devkî û projeyan e û herî zêde rêbaza ezmûnên nivîskî û tecrubeyan tê bikaranîn. Lê ev rêbaz dihêle ku têkiliya di navbera xwendekar û mamosteyan de dogmatîk be (ango tenê girêdayî keda xwendekar di ezmûnan de). Ji ber vê yekê asta serkeftinê bi awayekî adil pêk nayê. Bêguman ev rêbaz girêdayî felsefeya rewşbûnê ye, nemaze rewşbûn jî rastî gelek rexneyan tê, ev rêbazên tên meşandin jî rastî rexneyan tên.

Di dema niha de gelek nîqaş der barê rêbazên tecrube û ezmûnên nivîskî de tên kirin û rastî gelek rexneyan tên. Ev rêbaz taybetmendiyên kesayetî û ezezîtî li ba xwendekaran zêde dike, her wiha rêbazên jiberkirinê. Girêdayî van rêbazan gelek gilî der barê asta derfeta derxistina hêza xwendekaran de hene. Ji aliyekî din ve xwendekar tevî ku xwendina wan baş e, rastî gelek pirsgirêkên derûnî tê û di encamê de pileyên baş wernagire. Her wiha gelek xwendekarên serkeftî jî hin caran nikarin bi rêya van rêbazan tişta ku wergirtine li ser erdê pêk bînin û rastî gelek astengiyan tên. Ev mijar rexneyên li hemberî sîstema ezmûnan zêde dike. Ji aliyekî ve xwendekar bi rêya van rêbazan derbasî pêşbirka neyînî li hemberî hev dibin.

Ev rewş li pêşiya xebatên ku xwe dispêrin çanda giştî, jiyan û têkiliyên komînal dibe asteng û derbasî xebatên tekakesî dibin û ji xebatên komînal dûr dikevin û hewl didin karê xwe wek tekakesî bi pêş bixin.

Sîstema nirxandinê ku niha tê pêşxistin, qonaxên perwerdeyê ji hev qut nake. Mamoste têkildarî xwendekaran di hemû qonaxên perwerdeyê de ye ango ne tenê di qonaxa ezmûnan de. Mamoste di cih û dema guncaw de bi xwendekaran re alîkar e û xwendekaran ber bi serkeftinê ve dibe û mijarên perwerdeyê ji xwendekaran re bi rêya rêbazên afirîner zelal dike. Mamoste rêbazên wergirtina agahiyan ji xwendekaran re hêsan dike, ango ne bi wan dide ezberkirin.

Di dema niha de lêkolînên taybet ji bo guhertina sîstema ezmûnan di cîhanê de bi pêş dikevin. Her wiha têkoşîna civakê ji bo zanîngeh bê pere bin û ne li gorî sîstema ezmûnan bin, zêde dibe. Ev derfet di şoreşa Rojava de pêk tê û em dikarin sîstema nirxandinê bêyî ku pêdivî bi ezmûnan hebe, bidin meşandin. Zanîngehên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rêya van pîvanên jêrîn serkeftina xwendekaran dinirxînin:

"Têgihîştina agahiyê, nûnertiya çand û exlaqa modernîteya demokratîk, pêkanîna zanistê bi awayekî afirîner û veguhêze projeyan, tevgera li gorî erk û berpirsyariyan û tevgera li gorî jiyana komînal û civakî".

Girêdayî vê mijarê mamosteya Zanîngeha Rojava Zêna Elî got ku bi rêya sîstema nirxandinê xwendekar dikarin têgeha wergirtina waneyan tenê bi ezberkirinê derbas bikin. Her wiha dikarin waneyê di hemû aliyan de nas bikin û rasterast analîz bikin û li ser erdê pêk bînin, ango ne li ser kaxeza ezmûnan da ku pileyeke baş di dawiya zanîngehê de wergirin.

Her wiha sîstema nirxandinê rojane pêk tê û mamoste hemû waneyên xwe bi xwendekaran re dinirxînin û asta têgihîştina xwendekaran dema beşdarbûna wan di waneyê de dinirxîne û çawaniya têgihîştina wan ji waneyê re.

Mamosteyê bi navê Hisên Emoyî got ku sîstema nirxandinê dihêle ku mamoste bigihîje armanca xwe ya perwerdekirina xwendekaran û xwendekar jî armanca wergirtina agahiyê nas dike û ev yek serkeftinê ji her du aliyan re pêk tîne da ku bigihîjin armancên xwe û tavilê li ser erdê pêk bînin.

Mijarên sereke di sîstema nirxandinê de çi ne?

· Berpirsyarî û pêkanîna kar û erkdariyan

· Beşdarbûna di waneyan de û dewamkirina birêkûpêk

· Afirînerî, pisporî û serkeftin

· Xebatên li gorî sîstema civakî û komînal

· Têgihîştin û şîrove û bikaranîna zanyarî û agahiyan

· Nirxandina dem û derfetan bi şêwazeke rasteqîn û berhemdar

· Xebatên li gorî rêbaz, sîstem û mentiqê

Asta xwendekaran bi rêya sîstema nirxandinê çawa diyar dibe?

Mamoste di destpêka her waneyekê de çend pirsan ji waneya borî dipirse û bi xwendekaran re mijarên borî gotûbêj dike û di heman demê de mamoste dikare hin pirsên girêdayî waneya nû bipirse da ku asta amadekirina mijara waneya nû nas bike.

Bi rêya spartekên heftane û mehane yan lêkolînên ku mamoste ji xwendekaran xwestine, mamoste dikare asta xwendekaran nas bike û pileyekê bide xwendekar.

Di waneyê de beşdarbûn û çalakbûna xwendekaran di waneyê de û pêkanîna erkên xwe hemû pîvanên ku mamoste dikare bi rêya wê asta xwendekar binirxîne û pileyeke li gorî asta her xwendekarekî diyar bike.

Mamoste di destpêka salê de defterekê werdigire û ji her xwendekarekî re çend rûpelan vediqetîne û bi awayekî berdewam têbîniyên girêdayî xwendekar û nirxandina wî qeyd dike. Di dawiya salê de jî defterê radestî beşa arşîvê dike.

Ast û pileyên serkeftinê:

- Pileya herî bilind di her madeyekê de 100 e.

- Pileya herî jêr a serkeftinê 60 e.

- Ji bo xwendekar derbasî sala din bibe, divê ji sedî 70 ji giştî madeyan pileyan wergire û ji sedî 50 ji madeyên sereke yên beşa ku tê de dixwîne, wergire.

- Xwendekarên ku ji sedî 70 ji giştî madeyan pileyan wernagire di sala xwe de dimîne (heman salê dubare dike) û madeyên ku tê de bi ser ketiye dubare nake. Derbaskirina ji sedî 70 ji giştî madeyan derbasî sala nû dibe û madeyên ku tê de şikestî ye di sala nû de dubare dike.

Astên serkeftinê wiha diyar dibin:

·  91 – 100 (A)

·  81 – 90    (B)

·  71 – 80    (C)

·  61 – 70    (D)

·  60   (E) serkeftî

·  1 – 59   (F)

Rêjeya ji sedî ji xalên ku tên nirxandin:

Asta têgihîştina waneyê û hêza şîrovekirinê ji sedî 50 (pirsên xwendekaran û bersivên wan di nava waneyê de, xalên lêkolînê, asta xwendekar di şîrove û pênasekirinê de, asta xwendekar di madeyên teorîk û pratîk de û hwd... her wiha mamoste dikare asta xwendekar bi rêbazên cûda binirxîne û li gorî taybetmendiya her made û fakulteyê)

Spartek û proje ji sedî 20 in

Asta beşdarbûna di waneyê de, asta berpirsyariya xwendekaran di akademiyê de û tevgera li gorî dîsîplîn û beşdarbûna çalakiyên komînal, alîkariya bi mamoste û hevalên xwe re ji sedî 20 (bi beşdarbûna mamosteyên beş û rêveberiyê tê diyarkirin). Her wiha dewama xwendekar ji sedî 10 bandorê li pileyê dike.

Encama dawîn a qonax û salê û nirxandina wê çawa dibe?

Çalakiya nirxandina dawîn beriya dawiya qonaxê yan salê bi du hefteyan dest pê dike û encam jî beriya destpêkirina betlaneya zanîngehê diyar dibin.

Di dawiya her qonaxekê de nirxandin pêk tê û xwendekarê ku di madeya xwe de dimîne, mamoste amadekirina projeyekê (lêkolînê) jê dixwaze, piştî nirxandina projeyê û ezmûneke devkî, eger xwendekar careke din bi ser neket, di dawiya salê de nirxandineke din jê re tê kirin.

Şêwaza nirxandinê wiha pêk tê: Xwendekar projeya (lêkolînê) bi awayekî kesane yan komî amade dike û piştî ku projeya xwe radest dike, bi xwendekar an bi komê re hevdîtineke devkî der barê projeyê de pêk tê û li gorî wê asta xwendekar tê diyarkirin.

Eger xwendekar di madeya xwe de şikest, dikare di dawiya demsalê yan salê de careke din wekî proje pêşkêş bike û pileya herî bilind 80 ye.

Divê dema amadekirina projeyê û nirxandina wê mehekê derbas neke û dibe ku proje di qonaxa pêş de were şopandin.

Xwendekarê ku bi bin dikeve piştî ku projeya xwe di dawiya demsalê yan dawiya salê de du caran pêşkêş kir, divê di sala pêş de yan di havînê de beşdarî waneyên madeyê bibe.

Xwendekarê ku ji ber neamadebûnê şikestî ye, nikare projeya wê madeyê pêşkêş bike, lê belê divê di sala pêş an havînê de beşdarî waneyên wê madeyê bibe.

Arşîvkirina pileyên nirxandina asta xwendekaran çawa dibe û çawa tê parastin?

Rêveberiya her fakulteyekê defterekê amade dike û ji her xwendekarekî re rûpelekê yan bêtir vediqetîne û tê de nirxandinên mamosteyên her madeyekê qeyd dike û asta xwendekar û pileyên wî tê de tên qeydkirin.

Ev sicîl bi awayekî ewle di arşîva fakulte û zanîngehê de tên parastin û beriya 50 salan nayên tunekirin.

ANHA