ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.10.2018
26 cotmeh, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên HPG`ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyên du şehîdên QSD`ê li goristana şehîdan a Şedadê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi biryara xwe ya beşdarbûna nava şoreşê re her tişt hate guhertin. Şehîd Hogir Erebo bi şoreşgeriya xwe dihat nasîn û cihê xwe di xebatên avakirina hêzên parastinê de girt.(BI WÊNE)

-Kesên ku berê tevlê DAIŞ`ê bûbûn û destê wan di xwîna gelê herêmê de tune bûn û ji aliyê Rêveberiya  Xweser a herêma Cizîrê ve hatin berdan, behsa sedema tevlêbûna xwe nava DAIŞ`ê anî ziman. (BI WÊNE Û DÎME)

DOSYA

- Sîstema nirxandinê ku ji aliyê mamasteyên zanîngehên Bakurê Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, sîstemeke nû ye û dê beşdarî avakirina nifşekî ronakbîr bibe ku karibe karê xwe li ser erdê pêk bîne ango berovajî sîstema zanîngehên berê. Bi rêya vê sîstemê kar û çalakiyên xwendekarên zanîngehan tên nirxandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê panêleke danûstandinê li kampa Serdem derbarê pêşeroja Sûriyê organîze dike. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serdana şandeya Amerîkayê bi serokatiya James Jeffrey teqez dike ku bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ'ê têkiliya di navbera Koalîsyona Navdewletî û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkiliyên leşkerî ber bi têkiliyê siyasî ve diçin.(BI WÊNE)

- Endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Hesen Mihemed diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalogan pêkan e û destnîşan kir ku modêla Rêveberiya Xweser êdî bandora xwe li herêmên din ên Sûriyê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jineke ji Efrînê, çeteyan hevjînê wê kuşt û bû şahîda gelek kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Di dawiyê de, jina Efrînê biryar da ku jiyana ku dagirkeran kir bû dojeh, jê birive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Meclisa Dada Jinan a Kantona Cizîrê Newroz Esaad teqez kir ku ew bi rêya lidarxistina civînan li ser asta Bakurê Sûriyê û Rojava gihaştin gelek encamên girîng û pêşniyarên ku dikevin xizmeta dada jinan. Her wiha diyar kir ku ew ji aliyê xwe ve dê van biryaran rakin kongreyê da ku werin gotûbêjkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Piştî hemû bajarê herêma Cizîrê û Girê Spî, navenad Şopdarên Rojê ya girêdayî navenda Ragihandina YPJ`ê, wê pêşengeha xwe ya wêneyan li bajarê Kobanê lidar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê pêşbirka lîstoka şetrancê ya jinan li eywana Şehîd Zelal li bajarê Qamişlo organîze bike. Saet 09:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Saziya avê ya Qamişlo ji şêniyên bajarê Qamişlo xwest ku tedbîran ji bo avê bigrin, ji ber ku di dawiya vê mehê de wê av heta hefteyekê qut bibe, ji ber ku wê projeyeke giring ji bo xelasiya pirsgirêka avê li tevahiya Qamişlo pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêxistina Înma bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina hilmija avdanê ya bajarokê Reqa El-Semra û El-Himêrat li rojhilatê gundewarên Reqayê kir. Ev hilmij zêdetirî 50 hezar dinom zeviyên çandiniyê av dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a navçeya Til Rifet bê navber xebatên xizmetguzarî ji bo şêniyan dike. Şaredarî av û kehrebe peyda kir û kolanên navçeyê paqij kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gel ku li Serêkaniyê şilî û sermayê dest pê kiriye jî, heta niha rêxistinan amadekarî û pêwîstiyên kampa Mebrûka ya koçberên mexdûrên çeteyên DAIŞ’ê bicih neanîne. Rêveberiya kampê diyar kir ku rêxistinan soz daye ku heta 1’ê Mijdarê pirsgirêkan çareser bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA