Li gelek deverên herêma Cizîrê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn

Kongreya Star bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Bêrîtan li bajarê Qamişlo, navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê civînên cuda li dar xistin.

Li gelek deverên herêma Cizîrê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
25 cotmeh, 2018   17:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Tirbespiyê

Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Bêrîtan civînek orgenîze kir.Civîn li navenda Hêzil a Çand û Hunerê bi tevlêbûna bi dehan jinên navçeyê li dar ket. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Kongreya Star a navçeyê Leyla Îskan axivî û têkoşer Bêrîtan bi bîr anî û anî ziman ku têkoşer Bêrîtan ji hemû jinên Bakurê Sûriyê re bûye semola têkoşînê.

Her wiha Leyla destnîşan kir ku jin li Bakurê Sûriyeyê rolek girîng di rêgirtina li ber terorê lîstiye.

Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star Hewlêr Kobanê hindek xisletên têkoşer Bêrîtan bi bîr anî û her wiha çawa bi Rêberê gelê Kurd Abdiullah Ocalan bi bandor bûye ji beşdaran re şîrove kir.

Civîn bi pêşkeşkirina sinefîzyonek têkildarî jiyana têkoşer Bêrîtan bi dawî bû.

Qamişlo

Kongreya Star a bajarê Qamişlo têkoşer Bêrîtan di civînekê ku li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê de li dar xistiye bi bîr anî.

Bi sedan jinên bajêr tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Kogreya Star Delal Qamişlo behsa kurtejiyana têkoşer Bêrîtan kir.

Delal anî ziman ku Bêrîtan li hemberî dijmin teslîmiyeta qebûl nekir û çeka xwe şikenand û îradeya jina Kurd a ku nayê şikandin îsbat kir. Delal wiha domand:”Artêşbûyîna jina Kurd piştî şehadeta Bêrîtan hate avakirin. Bi hezaran jinên kurd dane ser şopa Bêrîtan û li hember hêzên kapîtalîzm disekinin."

Piştre senevîzyonek li ser jiyana têkoşer Bêrîtan hate pêşkeşkirin.

Girkê Legê

Bi heman armancê, Kongreya Star a navçeya Girkê Legê li hola navenda Çand û Hunerê ya  Aram Tigran a bajarokê Rimêlanê civîneke li dar xist. Bi dehan şênî û endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl û endamên kongreyê tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin endama rêveber a kongreyê Rîhan Temo axivî û têkoşer Bêrîtan bi bîr anî.

Rîhan got:"Şehadeta Bêrîtan bandoreke mezin li ser me kir, şehadeta wê berhema têkoşîna me ye, bi saya keda jinên berxwedêr mîna Arîn, Avesta û Barîn Kobanê serkeftinên mezin hatin bidestxistin.”

Civîn bi pêşkeşkirina senevîzyonek li ser kurtajiyana têkoşer Bêrîtan û berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin û silavkirina têkoşîna jinan bi dawî bû.

(şx)

ANHA