Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin

Werşeyên sererastkirinê yên Tîma Sûna El-Mûsteqbel bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê di çarçoveya projeya sererastkirina xizmetên sereke de li bajêr, xebatên xwe didomînin.

Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
Li Reqayê kar û xebatên sererastkirinê didomin
25 cotmeh, 2018   11:36

REQA

Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin piraniya toreyên kanalîzasyonê xira bûbûn û ji warê xizmetê derketibûn. Ev yek bû sedema ku ava kanalîzasyonê li kolanên bajêr biherike û ji ber vê yekê jî nexweşî belav bûn.

Werşeyên sererastkirinê yên Tîma Sûa El-Mûsteqbel bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û rogaran li taxsa El-Teyar kir.

Her wiha hindek kolanên taxa El-Deriye ji çeteyên DAIŞ`ê re bûbûn hedef, ji ber wê toreyên kanalîzasyonê xira bûbûn û ji warê xizmetê derketibûn. Tîma Sûa El-Mûsteqbel hemû boriyên xirabûyî guhertin û li şûna wan boriyên ji betonê danîn. Bi vê yekê ava kanalîzasyonên taxê baş diçin û zext li ser rogarên din jî kêm dibe.

Tîmê heta niha nêzî 24 rogar sererast kirin û li destpêka kolan û qiraxa rêyan 15 rogar danîn.

Her wiha Tîma Sûna El-Mûsteqbel bermahiyên şer ji kolana avahiya Tamînat û taxa El-Deriya radikin û derdixin derveyî bajêr. 

Di vê çarçoveyê de endezyarê Tîma Sûna El-Mûsteqbel Nofel El-Xelîl got wan beriya demsala zivistanê dest bi sererastkirina rogaran kir û wan toreyên kanalîzasyonê û rogar li mefreqa El-Cezra û heta Panoramayê sererast kirin.

(bx)

ANHA