Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn

Kongreya Star li navçeya Dirbêsiyê û Til Hemîsê bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Bêrîtan du civîn li dar xistin.

Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
Têkoşer Bêrîtan li Dirbêsiyê û Til Hemîsê hate bibîranîn
25 cotmeh, 2018   11:51

HESEKÊ

Kongreya Star li navçeya Dirbêsiyê bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Bêrîtan li navenda çand û hunerê civînek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyên tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Mûrad li ser kurtejiyana têkoşer Bêrîtan  ku teslîmkarî red kir û bû çirûskek ku rêya hemû jinan ronî dike, axivî. Zeyneb Mûrad destnîşan kir ku di şexsê şehîd Bêrîtan de jina ku li hembeî, hemû zehmetiyan serî natewîne, diyar dibe û teqez kir ku jin dikarin ji bo azadiya gelan ji tunebûnê jiyanê biafirînin.

Zeyneb Mûrad diyar kir ku têkoşer Bêrîtan bûye sembola hemû jinên azadîxwaz û berxwedêr. Di dawiyê de Zeyneb Mûrad soza şopandina rêya şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên tevgera azadiyê heta yekitiya hemû jinan da.

Kongreya Star li navçeya Til Hemîsê jî bi wesîleya salvegera têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li navenda çand û hunerê ya navçeyê civînek li dar xist.

Bi sedan şêniyên herêmê û rêveberên Kongreya Star tev li civînê bûn. Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyana têkoşer Bêrîtan û berxwedan û têkoşîna wê li dijî dijmin, hate pêşkêşkirin. Paşê endama Kongreya Star a kantona Qamişlo Henîfe Mihemed li ser kurtejiyana têkoşer Bêrîtan axivî.

Henîfe di axaftina xwe de destnîşan kir ku keseyate têkoşer Bêrîtan teqez kir ku dijmin tu carî nikare îradeya wan bişikîne, bi tevlêbûna xwe ji refên tevgera rizgariya Kurdistanê re li dijî zîhniyeta desthilatdar sekinî û heta dawiyê li ber xwe da. Henîfe di dawiyê de got têkoşer Bêrîtan li dijî îxanetê sekinî, teslîmkarî red kir, berxwedan hilbijart û bi lehengî bû sembola jinên berxwedêr.

(bx)

ANHA