‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’

Endama rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê Xelat Agirî destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan bû mînaka jinên azad li cîhanê.

‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
‘Şehîd Bêrîtan rêgezên lehengiyê di rihê me de çandin’
25 cotmeh, 2018   11:34

QAMIŞLO

Kongreya Star a Dêrikê di salvegera 26'emîn a şehadeta şehîd Bêrîtan de, li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li Dêrikê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl û endamên Kongreya Star civînek li dar xist.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kongra Star li Dêrikê Xelat Agirî li ser têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan di nava tevgera azadiya Kurdistanê axivî û wiha got: "Şehîd Bêrîtan hemû bendên li ser jinan hatibûn ferzkirin, şikandin."

Agirî wiha pê de çû: "Berxwedana têkoşer Bêrîtan têgeha ‘jina azad’ di parastina mafên xwe da xuya kir."

Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtanê di nava tevgera azadiyê de hate pêşandan. Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(jo)

ANHA