Meclîsa Lihevanînê ya Tebqayê hate avakirin

Komîteyên lihevanînê yên Tebqa û gundewarê wê li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê civiyan û di encama civînê de Meclîsa Lihevanînê ya Tebqayê ku ji 5 endaman pêk tê hate avakirin.

Meclîsa Lihevanînê ya Tebqayê hate avakirin
Meclîsa Lihevanînê ya Tebqayê hate avakirin
Meclîsa Lihevanînê ya Tebqayê hate avakirin
Meclîsa Lihevanînê ya Tebqayê hate avakirin
25 cotmeh, 2018   11:02

TEBQA

Komîteyên lihevanînê yên Tebqa û gundewarê wê civînek lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî li herêmê hatin gotûbêj kirin.

Di civînê de Endamê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Umran Osman axivî û behsa sîstema darizandinê di serdema rêjîma Sûriyeyê de kir û got ku hemû welatî weke kole ji aliyê rêjîmê ve dihatin dîtin.

 Osman da zanîn ku ew ê di paşerojê de Meclîsa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin.

Di civînê de kar û xebatên komîteyên lihevanînê hatin gotûbêjkirin û piştre Meclîsa Lihevanînê a Tebqayê hate avakirin û 5 endam weke rêveberên Meclîsê hatin hilbijartin.

ANHA