Dema toreya nû a civînên Astana hate diyarkirin

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê ragihand ku toreya nû ya civînên Astana dê di dawiya Mijdarê yan destpêka Kanûnê de dest pê bike.

Dema toreya nû a civînên Astana hate diyarkirin
25 cotmeh, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê Xeyret Ebdilrehmanov ragihand ku toreya bê ya civînên Astana der barê aloziya Sûriyeyê de dê di dawiya Mijdarê yan destpêka Kanûna Îsal de were destpêkirin.

Ebdilrehmanov ji rojnameyan re got ku li gorî daxuyaniyên dewletên misogerkar ên Astana ew dixwazin lihevhatineke aştiyane di Sûriyeyê de pêk bînin û piştî agahî ji van dewletên misogerkar bêne wergirtin roja lidarxistina civîna yekemîn dê were eşkerekirin.

Heta niha 10 toreyên civînên Astana di navbera dewletên ku destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin de pêk hatine. Toreya yekemîn di 23'yê Çileya 2017'an de dest pê kir û ya herî dawî jî 30'yê Tîrmeha 2018'an dest pê kir.

Di encama hemû van civînan de ti çareserî ji aloziya Sûriyeyê re nehat pêk anîn û berûvajî wê alozî li Sûriyeyê kûrtir bû û di heman demê de Tirkiye, Rûsya û Îranê berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de diçespînin.