Îsraîlê daxwaza Rûsyayê red kir!

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir ku Mosko ji Til Ebîbê xwestiye ku dema hişyarkirinê dirêj bike, beriya ku balafirên wê cihên Sûriyeyê bombebaran bikin, lê Til Ebîbê ev dexwaz red kir.

Îsraîlê daxwaza Rûsyayê red kir!
25 cotmeh, 2018   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku Rûsya ji hikumeta Til Ebîbê xwestiye ku hişyariyên zêdetir bike beriya ku balafirên Îsraîlê li ser hin armancên li Sûriyeyê bombebaran bike.

Kanaleke Îsraîlê ragihand ku Rûsya ji vê yekê aciz e ku beriya kêliya bombebaranê ew xeberdar nekiriye, lê çavkaniyekî ji kanalê re ragihandiye ku Îsraîl vê daxwazê qebûl nake.

Îsraîlê beriya demekê bajarê Laziqiyê yê Sûriyeyê bombebaran kiribû, di encamê de balafireke Rûsyayê ketibû û 15 leşkerên tê de, hatibûn kuştin.

Mosko û Şamê diyar kir ku Îsraîlê ev tişt kiriye, Rûsyayê jî ji bo parastina ezmanî pergala S-300 da rêjîma Sûriyeyê.

Serokkomarê Îsraîlê Benyamîn Netanyaha meha Cotmehê agahî da cîgirê serokkomarê Rûsyayê Maksîme Akîmov ku Îsraîl dê di bombebarana hedefên li Sûriyeyê de dewam bike.

(jo)