‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’

Bi boneya salvegera 26`emîn a şehadeta Bêrîtan, Kongreya Star a kantona Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd.

‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’
‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’
‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’
‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’
‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’
‘Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd’
25 cotmeh, 2018   10:46

KOBANÊ

Kongreya Star a kantona Kobanê daxuyaniyek bi wesîleya  26`emîn a salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi amedebûna jinên herêma Firatê(Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn) daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Jina Azad hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Zîlan Îbrahîm ve hate xwendin. 

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

"26`emîn salvegera şehîd Bêrîtan em bi bîr tînin, di şexsê şehîd Bêrîtan de şehîdên Cotmehê û tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan xwar dikin.

Şehîd Bêrîtan xeta jinên azad di şexsê xwe de jiyanî kir û xeta berxwedanê li hemberî îxanetê bilind kir. Bi çalakiya xwe bû bingeha artêşabûna jinên Kurd, tovê artêşa jinên Kurd li Kurdistanê heta her çar parçeyên Kurdistanê şîn û belav bû.

Xeta şehîd Bêrîtan di şexsê heval Arîn û Avesta de berdewam dike, şoreşa Rojava bi rihê berxwedana heval Bêrîtan de bi pêş ket.

Em îro weke Kongreya Star sekna heval Bêrîtan ji xwe re mînak digirin, bi pêşengtiya wê şoreşa xwe civakî dikin, bi rihê berxwedana heval Bêrîtan em li hemberî tecrîda li ser rêber Apo û dagirkeriya Efrînê têkoşîna xwe dewam dikin. Banga me ji bo tevahî jinan e ku em li hemberî dagirkeriyê û desthilatdariyê eniya têkoşîna jinan xurt bikin.

Bijî rêber Apo. Bijî berxwedana xeta şehîd Bêrîtan. Bijî azadiya jinan."

Piştî daxuyaniyê jinan berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê û civîna xwe ji bo salvegera şehîd Bêrîtan li dar xistin û tê de çalakiya şehîd Bêrîtan ya fedayî hate nîqaşkirin. Her wiha di dawiya civînê de, sînevîzyonek der barê çalakiya şehîd Bêrîtan de hate pêşkêşkirin.

(sn-hh)

ANHA