Piştî Şerê Sar ji NATO mezintirin tetbîqata leşkerî

Tetbîqata mezin a NATO'yê wê roja Pêncşemê ango îro li Norwêcê bê kirin. 31 dewlet wê tevlî bibin.

Piştî Şerê Sar ji NATO mezintirin tetbîqata leşkerî
25 cotmeh, 2018   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Tetbîqat wê li cihekî nêzî sînorê Rûsyayê were kirin. 50 hezar leşker, 250 balafir, 10 hezar tank, qemyon û wesayitên din ê leşkerî wê tevlî tetbîqatê bibin.

Serheng Eynsteîn Kvarvîng ji Reûtersê re axivî û diyar kir ku hêzên tevlî tetbîqatê bibin li şûna xwe bi cih bûne. Kvarvîng got, ji bo xurtkirina kapasîteya şer wê tetbîqat du hefteyan bidome.

Navê 'Trîdent Jûnctûre' li tetbîqatê hate kirin. Ji salên 1980'î û vir ve tetbîqata herî mezin e ku li Norwêcê tê kirin. Bi vê tetbîqetê re tê îdîakirin ku NATO wê qada parastina leşkerî xurtir bike.

Tê îdîakirin ku tetbîqat di fermiyetê de li dijî ti hêzê nayê kirin. Lê fikar nîne ku hedef Rûsya ye.