Sembola berxwedana li dijî îxanetê; Bêrîtan

Bi şehadeta xwe pîvanên jinên azad ku ji bo azadiyê û li dijî zîhniyeta desthilatdar serî netewand, pêk anîn. Teslîmkarî red kir û bû sembola hemû jinên Rojhilata Navîn ên berxwedêr.

Sembola berxwedana li dijî îxanetê; Bêrîtan
25 cotmeh, 2018   09:43

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Kurd li dijî sîstemên desthilatdar ku azadiî jê stand, li ber xwe da û têkoşîneke mezin meşand. Nemaze jinên Kurd bûn fermandar û şoreş bi rê ve bir. Ji wan jinan Sultan Xan ku li dijî artêşa Îranê li herêma Soranê şer kir û bi leşkerên xwe êrîşên wan şikandin.

Di berxwedana Keleha Dimdimê de jinên Kurd got dê xwe ji ser dîwarê kelehê biavêjin, baştir e ku bikevin destê dagirkeran.

Her wiha dîrokê têkoşer Besê ya ku di Serhildana Dêrsimê de nameyek ji dagirkeriya Tirkiyeyê re şand û got "Heta ku ez sax bim hûn tu carî nikarin min bigirin." ji bîr nekiriye. Her wiha di Serhildana Sasonê de Rindêxan ku bi xweşikbûna xwe dihat naskirin, xwe ji pira Malabadê avêt da ku nekeve destê dagirkerên Tirk.   

Ji wan ên ji bo Kurdistaneke azad mîna şehîd Zerîfa şer kir, komkujiyên ku artêşa Tirk pêk dianîn, şermezar kirin. Her wiha Gulan, Leyla Qasim û bi dehan jinên ku navên wan di nava dîrokê bi tîpên zêrîn hatine neqişandin.

Gelek têkoşer û berxwedêran efsaneyên lehengiyê pêk anîn, dijmin tevlihev kirin û di dilê wan de tirs afirand. Ji wan şehîd Bêrîtan piştî berxwedaneke bêhempa teslîmkarî red kir û xwe ji zinarekî avêt, tenê ji bo ku nekeve destê dijmin.

Kurtejiyana şehîd Bêrîtan

Têkoşer Bêrîtan bi navê rast Gulnaz Karataş di li gundê Solhan ê girêdayî Çewlikê di sala 1971`an de ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji Dêrsimê ye.

Di zanîngehê de beşa îngilîzî dixwend. Bi hezkirina wê ji xwendinê re dihat naskirin. Keçeke zîrek û xwedî kesayeteke xurt bû ku bala her kesî dikêşa.

Têkoşer Bêrîtan sala 1991`an tevî komeke ji ciwanên Stanbolê ku hatibûn kampa leşkerî li çiyayê Cûdî, tev li nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Ji destpêkê ve bi kesayeta xwe ya bihêz û îradeya xwe ya xurt û bi zîrekbûna xwe di aliyê rêveberî û farmandariyê de dihat naskirin.

Bêrîtan têkoşereke yekemîn e ku bi fikrên jinên azad li dijî koletî û zîhniyeta desthilatdarî bi pêş de çû. Rola wê di zanebûna jinan li ser esasê fikrên azad de hebû.

Têkoşer Bêrîtan tu carî ji mirinê neditirsiya. Her tim tirs ji dilê rêhevalên xwe derdixist û di dilê wan de berxwedan, têkoşîn, hezkirin û îradeya xurt diçand.

Tecrubeya wan a yekemîn ew bû ku di nava refên gerîla de di sala 1991`an de ji çiyayê Cûdî ber bi Çiyayê Xakurkê ve çû. Çûna wan pir zehmet bû. Gelek caran bi rojan ava vexwarinê bi dest wan nediket. Di wê demê de têkoşer Bêrîtan moral dida rêhevalên xwe.

Di nava 6 mehan de têkoşer Bêrîtan bû fermandara komekê. Di demeke kurt de têkiliyên xwe bi hevrêyên xwe re xurt kirin. Bû fermandara komekê û perwerdeya wan bi rê ve dibir. Her wiha gelek xiyanetkar û îstixbarêtên Tirkiyeyê kifş kirin.

Di şehadeta xwe de jî serkêş bû

Sala 1992`yan encama hevpeymana di navbera deweleta Tirk, Îran û PDK`ê de û bi armanca tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê têkoşer Bêrîtan ji gerîlayên ku li dijî êrîşên xayinan sekinîn, li ber xwe dan û êrîşên wan têk birin. Di êrîşa dijmin de hemû cureyên çekên giran li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê hatin bikaranîn. Yekîneya şehîd Bêrîtan ku di destpêkê de li dijî êrîşên dijmin heta dawiyê li ber xwe da, lê ji ber cebilxaneya wan qediya bû sedem ku ji aliyê pêşmergeyan ve bikin çemberê. Lê ji bo ku nekeve destê dijmin, çeka xwe bilind kir û bi dengê bilbilan çiyayê Kurdistanê tijî kir.

Teslîmiyet qebûl nekir û ji bo azadî û jiyana wekhev xwe ji zinarê çiyayê Kurdistanê avêt. Bi vê yekê têkoşer Bêrîtan bû sembola jinên berxwedêr û azad û xwe xist dilê hemû jinên azadîxwaz.

Bi berxwedaneke bêhempa 25`ê Cotmeha 1992`yan de gihaşt asta şehadetê. Li ser zinarê çiyayê Lelîkan ji berxwedanê jiyaneke azad ava kir û bi hezaran têkoşerên mîna wê derketin.

Pêşmergeyek lehengiya têkoşer Bêrîtan vedibêje

Yek ji pêşmergeyên ku şahidê berxwedana şehîd Bêrîtan bû, dev ji çekê berda û got têkoşer Bêrîtan ji aliyê peşmergeyan ve kete çemberê, peşmergeyan jê re got teslîm bibe, lê wê ev yek red kir û xwe ji serê zinarekî avêt û şehîd bû. 

Berxwedana şehîd Bêrîtan pêngaveke dîrokî di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de bû. Têkoşer Bêrîtan rastiya fermandarî û serkêşiyê diyar kir û bi taybet rastiya jinên Dêrsimê. Bi vê yekê şehîd Bêrîtan bû sedema yekitiya jinên Kurdistanê û yekitiya gelê Kurdistanê.

Bi vê lehengiyê rihê berxwedan, israr û jiyana azad ava kir û felsefeya teslîmkariyê û berxwedana li dijî xayinan afirand.

Li ser esasê berxwedana şehîd Bêrîtan û li ser bingeha fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan artêşa jinan hate avakirin da ku jinên her çar parçeyên Kurdistanê li ser vê yekê bimeşin û berxwedan û têkoşîna wê berdewam bikin. Wek şopandina wê mîrateyê YPJ li Rojava hate avakirin.

(bx)

ANHA