Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê û ji bo pêşxistina warê tenduristiyê gelek navendên tenduristiyê vekirin. Her wiha komîteyê niha xebatên Nexweşxaneya Niştîmanî dimeşîne û tê payîn ku di destpêka sala bê de ev xebat bi dawî bibe.

Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
Nexweşxaneya Niştîmanî serê salê vedibe
25 cotmeh, 2018   09:02

EMAR EL-XELEF / REQA

Piraniya nexweşxane û navendên tenduristiyê yên bajarê Reqayê di 4 salên dawîn de di encama wêrankirina DAIŞ'ê de, gelekî wêran bûbûn.

Li bajarê Reqayê 39 noqteyên tenduristiyê bi her du beşên xwe yên taybet û giştî rastî talankirinê hatin. Jê 30 bi temamî wêran bûne û 9 jî bi awayekî beşî hatine wêrankirin.

Piştî ku şervanên QSD'ê bajarê Reqayê rizgar kir, Meclisa Sivîl a Reqayê biserxistina warê tenduristiyê da ber çavê xwe. Meclisê bi armanca pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê ji şêniyan re gelek noqteyên tenduristiyê û yekîneyên gerok vekirin.

Ji destkeftiyên komîteyê yên herî girîng vekirina navenda bankeya xwînê ya bi navê Seyf El-Dewla li navenda bajêr û navenda Nexweşiya Telesîmiya ya ku nexweşên wê navendê 221 nexweşan derbas kiriye. Ev navend dermanên pêwîst bi awayekî asayî bê pere pêşkêş dike û xwînê ji nexweşan re vediguhezîne.

Her wiha komîteyê 16 navendên aşlekirinê li piraniya taxên Reqayê û gundewarên wê vekirin. Heta niha jî 11 hemleyên aşlekirinê li bajêr û gundewarên wê orgenîze kirine û her wiha erebeyên destwerdana lezgîn ên gerok ji şêniyan re eyar kirine.

Komîte niha xebatên amadekirina beşa şûştina gurçikan bi hevkariya rêxistina Bijîşkên Bêsînor dimeşîne û dê li beşa jêrîn a Nexweşxaneya Niştîmanî veke.

Her wiha komîteyê rûxseta 8 nexweşxaneyên taybet li bajêr û 3 li gundewaran dane û rûxsetên dermanxaneyan ji hejmareke dermanfiroşan re dane.

Li gorî serokê Komîteya Tenduristiyê yê Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Ismaîl, xebatên restorekirina Nexweşxaneya Niştîmanî berdewam in û her wiha tekez kir ku nexweşxane dê di destpêka sala 2019'an de dest bi xebatê bike.

(şx)

ANHA