DAIŞ hêjî li ser Sûriyê û Iraqê metirsîdar e

Tevî ku DAIŞ'ê serweriya xwe li piraniya herêmên Sûriye ûIraqê winda kiriye, lê hêjî dikare êrîşên dijwar li dijî welatiyên sivîl pêk bîne û ji aloziya Sûriyê û ji tevliheviya siyasî ya Iraqê û alîkariya dewleta Tirk bi wê re sûd werdigire.

DAIŞ hêjî li ser Sûriyê û Iraqê metirsîdar e
25 cotmeh, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê Kolonêl Şon Ryan di hevdîtinekê de bi radiyo Dengê Amerîka re diyar kir ku tevî berdewama pêngava leşkerî ya li dijî DAIŞ'ê ku êdî tenê li hin deveran dorpêçkirî maye, dîsa jî car bi car êrîşan li Iraq û Sûriyê pêk tîne û evan terorîst hêjî dikarin li dijî hêzên koalîsyonê û hevkarên wê yên li ser erdê êrîşan pêk bînin.

Ryan got ew dizanin ku hin berîkên biçûk di destên DAIŞ'ê de li Sûriyê û Iraqê de mane û DAIŞ hewl dide binesaziya sivîl hilweşîne da ku nîşan bidin ku ew hêjî li herêmê hene û wiha anî ziman: "DAIŞ hêjî li geliyê çemê Firatê heye. Em li rex hevkarê xwe QSD'ê hewl didin devera herî dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye rizgar bikin".

Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê Kolonêl Şon Ryan diyar kir tişta bala wan dikişîne hêza di destên DAIŞ'ê de li deverên di bin serweriya wê de ye û wiha domand: "rojane li rex hejmareke kuştiyên DAIŞ'ê em miqdareke cebilxaneya wê desteser dikin. Ev mijar jî gelekî girîng e".