“Dirûşma me vegera li Efrînê ye”

Şêniyên Efrînê yên di Kampa Serdem de dimînin, tekez kir ku heta vegerin Efrînê dê têkoşîna xwe bidomînin.

“Dirûşma me vegera li Efrînê ye”
25 cotmeh, 2018   08:45

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Piştî ku dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir, şêniyên Efrînê di 18'ê Adarê de neçar man ji welatê xwe derkevin. Şêniyan da zanîn ku ew ji bajarê xwe derketin lê ew ê vegerin.

Ajansa me nêrînên şêniyên Efrînê yên di Kampa Berxwedan a li Kantona Şehbayê de girtin.

Şêniya bi navê Leyla Hesen wiha axivî: "Li vir em gelek zehmetiyan dikişînin, lê ev nabe asteng li pêşiya me ku em berxwedana xwe bidin sekinandin, çawa me zehmetiyên havînê derbas kirin, em ê zehmetiyên zivistanê jî tehemûlê lê bikin."

Fayîq Hebîb jî anî ziman ku dewleta Tirk nikaribû jiyana hevbeş di nava wan de tehemûl bike, balafirên xwe bi ser wan de anîn û her tişt şewitand, tevî wê jî 58 rojan di berxwedana serdemê de li ber xwe dan û diyar kir ku heta dawiyê dê li ber xwe bidin û dawiya dawîn vegerin Efrînê.

Şêniyê bi navê Ferhad Elûş got ku ew 7 meh e li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Em li kêleka şervanên xwe disekinin, mayîna me li kantona Efrînê ne dereng e, em ê vegerin Efrînê, dirûşma me vegera li Efrînê ye."

(jo)

ANHA