Şaredariya Gel a Girê Spî gelek proje pêk anîn

Şaredariya Gel a Girê Spî ji bo xizmeta şêniyan gelek proje pêk anîn. Her wiha şaredariyê gelek projeyên nû jî dane pêşiya xwe.

25 cotmeh, 2018   08:34

ÎBRAHÎM EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a Girê Spî di demên dawîn de gelek proje mîna çêkirina toreyên kanalîzasyonê û sererastkirina rêyan pêk anîn.

Bi hatina demsala zivistanê re şaredariyê hemû projeyên xwe pêk anîn. Toreyên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyan û çerxerêyên di nava bajêr de sererast kirin.

Projeya sererastkirina rêyan

Şaredariya Gel projeya cihê çêkirina qîrê ya nêzî 6 hezar û 900 metrekabik bi buhayê 275 milyon lîrayên Sûriyeyê pêk anî. Rêya ji Eyn Arûs heta gundê El-Sikeriye, rêya Goristana Şehîd Mehmûd Tamê û hindek rêyên din jî hatin sererastkirin.

Ji aliyekî din ve şaredariyê heta niha nêzî 6 hezar metrekabik kevirên şikandî bi buhaya 20 milyon lîrayên Sûriyeyê danîn. Li gorî berpirsên di şaredariyê de proje ber bi bidawîbûnê ve diçe.

Her wiha şaredariyê projeyên din ên xizmetguzariyê bi buhyê 80 milyon lîrayan pêk anî.

Ji wan projeyan, sererastkirina deriyê veguhastina bajarokê Eyn Arûs heta Çerxerêya Asayîş bi buhayê 4 milyon û 676 hezar lîreyên Sûriyeyê pêk anî. Her wiha çerxerêya şaredariyê bi buhayê 265 hezar lîreyan sererast kir. Her wiha gelek projeyên din mîna sererastkirina toreya ronîkirina bajar û peydakirina sindoqên çopê pêk anîn.

Projeyên nû

Di çarçoveya projeyên şaredariyê yên pêşerojê de hevserokê Şaredariya Gel a Girê Spî Abdulrezaq El-Xemîs ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

El-Xemîs destnîşan kir ku dê di demên pêş de sûka sebze û fêkiyan vekin. El-Xemîs got ew bi hevkariya Buroya Fenî li ser diyarkirina cihê sûkê dixebitin da ku pêwîstiyên şêniyan pêk bînîn.

Ji aliyekî din ve jî El-Xemîs destnîşan kir ku piştî ku cih were diyarkirin dê herêmeke sînaî vekin û diyar kir ku ew li hêviya pereyan in da ku dest bi projeyê bikin.

Abdulrezaq El-Xemîs di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku der barê çemê Selûleh de gelek gazinc hebûn, ji ber wê wan projeyek daniye pêşiya xwe da ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

(bx)

ANHA