ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.10.2018
25 cotmeh, 2018   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên HPG`ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Li Efrînê, bi pêşengtiya YPG û YPJ'ê berxwedaniyeke bêhempa hate meşandin ku mîna wê di dîrokê de nehatiya resandin. Berxwedana ku tê raberkirin bi xwe re rihê fedayetî, girêdana bi xak, gel û şehîdan re derxist holê. Şervanên YPJ'ê roleke sereke di vê berxwedaniyê de pêk anîn û bi çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bûne sembolên jinên azad a berxwderê, mînakên vê jî Avesta û Barîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Zarokên  ku çeteyên DAIŞ`ê ew tevle xwe kiribûn, teqez kirin ku tiştên ku DAIŞ`ê bi zarokan dide bawerkirin, ji rastiyê dûr in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Apê Dîbo Ibrahmî yek ji şahidên çîrokên berxwedan û têkoşîna gelê taxa Şêxmeqsûd e. Li rex şervanên YPG/PYJ'ê di gelek eniyên de cihê xwe girtiye. Bi vê yekê teqez dike ku parastina welat berpirsyariya hemûyan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Çavkaniyek ku beşdarî civînên şendeya Kooalîsyona Navdewletî bi serokatiya James Jeffrey bûye, got Kooalsîyona Navdewletî di tevlêbûna Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratî de di danûstandinên Genevayê de û amadekirina destûra Sûriyeyê bi israr e.

- Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo da zanîn ku divê kesê piştî De Mistura were erkdarkirin, destûrekî  ku nûneriya hemû gelê Sûriyê bike, saz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Bi armanca avakirina nifşekî nû ku karibe civaka xwe li gorî rêgezên netewa demokratîk birêve bibe, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a kantona Cizîrê madeya Jinelojî derbasî dibistanên kantonê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star bi armanca bîranîna têkoşer Bêrîtan wê li navçeya Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo wê civînan lidar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Di hewldanek ji bo xurtkirina tevgera çand û hunerê û rê li ber hewldanên dagirkeran ji bo tunekirina çanda gelê Kurd ya Efrînê bigirin, gurupên hunerî li Şehbayê xebat û têkoşîna xwe ji bo parastina çand û hunerê didomînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Piştî xebata 4 mehan, Meclisa Sivîl a Reqayê projeya sererastkirina pira kevn a Reqa bi dawî ber bi dawî ve dibe. Ev pira navgîna tekane di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê de ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî ji bo xizmeta şêniyan gelek proje pêk anîn. Her wiha şaredariyê gelek projeyên din jî daye pêşiya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşkeşkirina xebatên tenduristiyê û ji bo pêşxistina warê tenduristiyê gelek navendên tenduristiyê vekir. Her wiha komîteyê niha xebatên jinûve xebitandina nexweşxaneya Niştîmanî dimeşîne û tê payîn ku di destpêka sala bê de ev xebat bi dawî bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA