Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e

Bi armanca avakirina nifşekî nû ku karibe civaka xwe li gorî rêgezên netewa demokratîk birêve bibe, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a kantona Cizîrê madeya Jinelojî derbasî dibistanên kantonê kir.

Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
Jineolojî madeya sereke ya dibistanan e
25 cotmeh, 2018   04:30

QAMIŞLO/  ŞÎNDA EKREM

Bi armanca avakirina civakeke saxlem ku xwe dispêre rêgezên demokratîk û ti ferq û cûdahiyê naxe navbera jin û mêran û şerê zihniyeta baviksalariyê dike. Madeya Jineolojî piştî ku di akademiyên Bakurê Sûriyeyê de hate perwerdekirin, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk madeya jineolojî derbasî hemû dibistanên Bakurê Sûriyeyê kirin.

Jineolojî çi ye?

Biwêjeya "jineolojî" ji gotina "jin" a kurdî û "lojî" a latînî (zaniyarî) pêk tê. Ev têgeh di sala 2008'an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di parêzmaneya xwe ya Sosyolojiya azadiyê de li şûna biwêjeya Famînîzmê hate pêşniyarkirin.

Jineolojî zanisteke serbixwe ye û ji zanistên din ên zaniyariyên civakî ne kêmtir e. Jinelojî zaniyarên der barê jin, civak, gerdûn û hemû aliyên jiyanê şîrove dike û çarçoveyeke zaniyarî ji bo pêkanîna azadiya kes û civakê ava dike û li ser jêderên zaniyarî û rêbazên têgihîştinê di civakê de ava dibe. Di dema ku civaka rojhilatî rewşeke tekakesî, ezezî, tunekirina civakî ji aliyê desthilatdariya dîktator ve jiyan dikir ku zaniyariya tekalî li ser civakan ferz dike û destdirêjî li jinan dikir. Her wiha hemû rêbazên tundiyê li ser jinan ferz kirin û di encamê de veguherî amûrekî ku di bazaran de dihat kirîn û firotin.

Li ser vê bingehê Jinelojî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye veguherî zanisteke jin û jiyan û zaniyariyeke jiyana civakî û jiyana azad û hevbeş.

Jinelojî.. madeya sereke di nava meteryalên dibistanan de ye

Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk-Jin di konferansa xwe ya di sala 2015'an de madeya Jinelojî derbasî meteryalên dibistanan kir û weke madeyeke sereke di dibistanan de bi nav kir.

Di sala 2016'abn de Jinelojî yekemîn car li kantona Efrînê û piştre li Kobanê hate perwerdekirin, li kantona Cizîrê jî ji ber ku hejmara dibistanan zêde ye û pêdivî bi mamosteyan jî zêde ye perwerdekirina madeya Jinelojî hinekî dereng ma.

Girêdayî mijarê Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk-Jin bi dehan mamoste di Jinelojî de perwerde kirin.

Di destpêka sala 2018'an de gelek mamosteyên zimanên erebî û kurdî ji bo perwerdekirina Jinelojî hatin amadekirin û weke gava yekemîn refê yekemîn a dibistana amadeyî tên perwerdekirin. Komîte bi hevkariya Akademiya Jinelojî madeya Jinelojî bi zimanê Suryanî jî amade dike.

'Civaka azad bi mêrê desthilatdar û jina kole ava nabe'

Der barê rêbazên perwerdekirina Jinelojî de Endama Komîteya Perwerdehiyê Nûpel Izedîn Ehmed ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku beriya madeya Jinelojî li meteryalên dibistanan bête zêdekirin wan Jinelojî ji welatiyan re şîrove kir û di encama nîqaşan de biryar hate girtin ku madeya Jinelojî li meteryalan were zêdekirin.

Nûpel da zanîn ku armanca sereke ya perwerdekirina vê madeyê ew e ku nifşekî nû xwedî exlaqên azad û li gorî rêgezên jiyana hevbeş ava bibe û wiha got: "Civaka azad bi mêrê desthilatdar û jina kole ava nabe, ji ber vê yekê Jinelojî van mijaran çareser dike û tevliheviya di civakê de sererast dike".

Jinelojî bi erebî û kurdî tê perwerdekirin û ji bo zimanê Suryanî jî tê amadekirin

Di çarçoveya amadekariyan de û şêwazên perwerdekirina Jinelojî  Endama Akademiyê Şîlan Mihemede da zanîn ku wan di destpêkê de sê mehan mamoste ji bo perwerdekirina Jinelojî perwerde kirine û niha hejmara mamosteyên Jinelojî têra dibistanên Cizîrê dikin û wiha anî ziman: "niha Jinelojî bi zimanên erebî û kurdî tê perwerdekirin û ji bo bi zimanê Suryanî jî were perwerdekirin xebat bê navber tên meşandin."

Hejmara xwendekarên Jinelojî zêde dibin

Mamosteya Jinelojî Lava Berko destnîşan kir ku di destpêkê de xwendekar bi baldarî nêzî mijarê dibûn lê niha piştî ku rastiya dîroka jinan nas kirin hejmara xwendekarên ku dixwazin Jinelojî fêr bibin zêde bûn.

'Me rastiya jinan bi riya Jinelojî nas kir'

Xwendekara bi navê Ayenda Hiso girêdayî mijarê wiha got: "Min gelekî dixwest ez Jinelojî bixwînim û ez lêhûrbûnên dîroka jinan nas bikim. Bi nêrîna min divê xebatên perwerdekirina Jinelojî bêne zêdekirin û di hemû dibistanan de weke madeya sereke were perwerdekirin".

Xwendekara bi navê Loranda Xelîl da zanîn ku wan bi riya Jinelojî rastiya jina azad nas kirine ku di serdemên borî de qedexe bû.

Xort jî fêrî Jinelojî dibin

Mamosteya bi navê Muhdiyê Mihemed destnîşan kir ku di destpêkê de xort beşdarî fêrbûna Jinelojî nedibûn, nemaze ji ber bandora zihniyeta baviksalariyê, lê piştî ku rastiya Jinelojî nas kirin hejmara xortên ku dixwazin Jinelojî bixwînin zêde bûye.

Xwendekarê bi navê Şiyar Hiso got ku di destpêkê de ew razî nebû ku Jinelojî weke madeyeke sereke bikeve dibistanan, lê piştî ku rastiya Jinelojî nas kir dibêje ku divê hemû xwendekar bi baldarî Jinelojî bixwînin û ji zihniyeta baviksalariyê rizbar bibin.

Civînên heftane ji bo çareserkirina kêmasiyan

Endama Rêveberiyê Nûpel Izedîn di dawiyê de wiha got: "Di dawiya her hefteyê de em civînekê lidar dixînin û xebatên heftê dinirxînin da ku em kêmasiyan derbas bikin."

ANHA