Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn

Kongreya Star di civînekê de ku bi sedan ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê têde amade bûn, têkoşer Bêrîtan di salvegera 26`an de bi bîr anî.

Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
Li Helebê têkoşer Bêrîtan hate bibîranîn
24 cotmeh, 2018   19:14

HELEB

Civîn li salona Şêxmeqsûda Nû ya li herêma El-Şiqeyif a Helebê hate lidarxistin. Di civînê de, hemû pêkhateyên taxê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJ`ê amade bûn. Cihê civînê bi wêneyên şehîdan, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Kongreya Star hate xemlandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin  ku ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê hate rawestandin, axaftin bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê yek ji rêveberên Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Zelal Xebat û ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Helebê Nehle Mustefa, hate kirin.

Zelal û Nehle di destpêka axaftina xwe de ev tişt gotin:”Têkoşer Bêrîtan bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdayî û ji bo doz û azadiya gelê xwe taybet azadiya jinê gelek têkoşîn da meşandin. Têkoşer Bêrîtan sala 1990`an tevlî Tevgera Azadiya Rizgariya Kurdistanê bû. Wê demê hikumeta Tirk kiryar û hemleyên girtinê li dijî ciwanên Kurd dabûn destpêkirin.”

Di berdewamiya axaftina her du rêveberan de ev tişt hate gotin:”Bêrîtan sala 1992`an şehîd bû û ji hemû cîhanê re îsbat kir ku jina Kurd dikare di aliyê siyasî û leşkerî de bixebite. Bêrîtan bi şehadeta xwe bû sembola jinên azadîxwaz. Rêber Abdullah Ocalan şehadeta Bêrîtan wekî rêya têkoşînê û berxwedanê pênase kir. Bêrîtan mohra xwe li dîroka têkoşîn û azadî da.”

yek ji rêveberên Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Zelal Xebat û ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Helebê Nehle Mustefa di dawiya axaftinên xwe de soza şopandina rêya têkoşer Bêrîtan û hemû şehîdan dan.

Piştî axaftinan, belgefilmek  derbarê jiyana têkoşer Bêrîtan hate pêşandan. Piştre, şirînayî ku têkoşer Birêtan her dem ew cûreya şirînayî çêdikir û li ser hevreyên xwe belav dikir, li ser şêniyan hate belavkirin.

Civîn bi dûrişmeyên daxwaza azadiyê jinê û silavkirina berxwedana Bêrîtan bi dawî bû.

(kc)

ANHA