Li Tebqayê 120 rûxset ji bo masîvanan hatin dayîn

Midûriyeta Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqayê rûxsetkirina masîvaniyê berdewam dike.

Li Tebqayê 120 rûxset ji bo masîvanan hatin dayîn
Li Tebqayê 120 rûxset ji bo masîvanan hatin dayîn
Li Tebqayê 120 rûxset ji bo masîvanan hatin dayîn
24 cotmeh, 2018   12:28

EDÎ EL-EHMED / TEBQA

Bi armanca birêxistinkirina masîvaniyê di çemê Firatê de û bidawîkirina rêyên şaş ji bo masîgirtinê, Midûriyeta Çandiniyê dest bi rûxsetkirina masîvanan kir, da ku masîvan bikarin pîşeya xwe li herêma xwe bi rêyên qanûnî pêk bînin.

Komîteya Aborî biryarnameyek der barê cureyên cezakirinê û rêyên nerast ên masîgirtinê û cezayê pereyan diyar kirin û dema ku masîvanek elektrîkê yan jî dînamîtan bi kar bîne, dê cezayê wî 50 hezar lîreyên Sûriyeyê be.

Hevserokê Buroya Sewaldariyê di Midûriyeta Çandiniyê de Mihemed Ebdilxefûr da zanîn ku ji destpêka rûxsetkirinê ve, gelek masîvan hatin û rûxseta xwe standin, heta niha 120 masîvanan li Tebqa û gundên wê rûxset standine.

Komîteya Aborî çêkirina mezreyên xwedîkirina masiyan di hewzên li ser başûrê çemê Firatê didomîne.

ANHA