Li başûrê Misrê 11 çekdar hatin kuştin

Hêzên Ewlekariyê yên Misrê bi ser şikefteke li parêzgeha Esyot a başûrê welêt de girt ku çekdaran xwe tê de bi cih dikir û di encama wê de 11 çekdar hatin kuştin.

Li başûrê Misrê 11 çekdar hatin kuştin
24 cotmeh, 2018   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê yên ji Misrê diyar kirin ku îro Hêzên Ewlekariyê yên Misrê bi ser şikefteke li herêma çolistan a li ser sînorê Esyot a başûrê Misrê de girt. Şer di navbera hêzên ewlekariyê û koma çekdar de derket ku xwe spartibûn şikeftê û di encama wê de 11 terorîst hatin kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên ewlekariyê şikeft kontrol kir û 13 kalaşknîkof, miqdarek ji madeyên teqemenî, wesîqet û nexşeya parêzgeha Esyot dîtin.

(bx)