‘Şehîd Bêrîtan sembola jinên têkoşer û berxwedêr e’

Hevserokê Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran Bêrîvan Yûnis got şehîd Bêrîtan sembola jinên şoreşger û berxwedêr e û diyar kir ku şehîd Bêrîtan li hember zîhniyeta desthilatdar li ber xwe da.

‘Şehîd Bêrîtan sembola jinên têkoşer û berxwedêr e’
‘Şehîd Bêrîtan sembola jinên têkoşer û berxwedêr e’
24 cotmeh, 2018   12:56

QAMIŞLO

Îro Kongreya Star li navçea Amûdê bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta şehîd Bêrîtan û bîranîna bi dehan şehîdên ku di meha Cotmehê de şehîd bûne, civînek li dar xist.

Bi dehan jin, mêr û endamên Akademiya Jineolojiyê beşdarî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran Bêrîvan Yûnis li ser kurtejiyana şehîd Bêrîtan axivî. Bêrîvan diyar kir ku şehîd Bêrîtan di sala 1991`an de tev li nava refên tevgera azadiya Kurdistanê bû û 25`ê Cotmeha 1992`yan li çiyayê Xakurkê ji bo ku nekeve destê dagirker û nokeran, xwe ji zinarê çiya avêt û şehîd bû.

Bêrîvan di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Bêrîtan li hemberî zexta îxanetkaran teslîm nebû û serî netewand û tekez kir ku dijmin bi vê yekê dixwest  îradeya ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin, bişikînin. Şehîd Bêrîtan li dijî zîhniyeta desthilatdar sekinî, têkoşîn kir û li ber xwe da û bû sembola jinên têkoşer û berxwedêr.

Di dawiyê de sînevîzyon li ser jiyan, têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de hate pêşkêşkirin.

Civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA