Mijarên rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Washington gerên şandeyên xwe li herêmê zêde kirine û herî dawî serdana fermandariya artêşa Amerîkayê ya Rojhilata Navîn a li baregeha Tenef a stratejîk kir û tekez dike ku hebûna leşkerî di Sûriyeyê de girîng e. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebid El-Muhdî xebatên xwe yên avakirina hikumetê didomîne û di navbera bilokan de der barê wergirtina wezaretan de nakokî derdikevin. Partiya Erdogan derbeyeke siyasî xwar piştî ku neteweperestan bidawîkirina hevbendiya xwe bi wî re ragihand.

Mijarên rojnameyên erebî behsê kirine ev in
24 cotmeh, 2018   10:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa tevgerên Rûsya û Amerîkayê der barê dosya Sûriyeyê û giştî herêmê de kir. Rojnameyan bal kişand ser astengiyên çalakiya siyasî ya avakirina hikumetên Iraq û Lubnanê û rewşa siyasî ya Tirkiyeyê.

El-Heyat: Rûsya der barê "rêbaza çaralî" de dilvekirî ye ku Îranê ji çareseriya Sûriyeyê dûr bixe

Girêdayî rewşa dawîn a aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa gelek mijaran kir. Rojnameya El-Heyat behsa tevgerên Rûsya û Amerîkayê kir û diyar kir ku ji bo avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê xebat hatine zêdekirin ango beriya çend saetan ji serdana Steffan de Mistura ya Şamê û Moskov jî dixwaze lûtkeya çaralî ya di navbera Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanyayê de li bajarê Stenbolê roja şemiyê li dar bixe û nîşan dide ji bo avakirina rêbazeke nû ji bo Sûriyeyê xwe dilvekirî nîşan dide û tê wateya ku dê Îranê ji Sûriyeyê dûr bixe. Di heman demê de Washington jî hebûna xwe ya leşkerî li baregeha Tenef a li sêkoşeya sînorî ya di navbera Iraq, Sûriye û Urdunê de diçespîne da ku rê li pêşiya serweriya Îranê bigire.

Wezîrên karên derve yên dewletên mîsogerkar ên Astanayê duh li Moskovê civiyan da ku koordîneya lûtkeya çaralî li Stenbolê bikin.

Şerq El-Ewsat: Şandeyeke Amerîkayê eşkere serdana baregeha Tenef dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa tevgera Amerîkayê li herêmê kir û diyar kir ku fermandarê çalakiyên artêşa Amerîka li Rojhilata Navîn general Joseph Votel duh eşkere serdana baregeha Tenef a başûrê rojhilatê Sûriyeyê kir û hebûna leşkerî ya Amerîkayê di Sûriyeyê de girîng bi nav kir. Pentagon jî ji rojnamevanan xwest ku beriya Votel ji herêmê derdikeve bûyerê ranegihînin.

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Ereb behsa xebatên Adil Ebid El-Muhdî yên avakirina hikumeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî ji bo dengdayîna li dijî wî di parlemanê de xemgîn e."

Lubnan

Der barê xebatên avakirina hikumeta nû ya Lubnanê de jî rojnameya El-Heyat manşteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî pêşbîniya avakirina hikumeta nû di du rojan de dike, tevî hişkbûna helwestên El-Musteqbel, El-Qiwat û Lunbnan El-Qewî.”

Tirkiye

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa vekişandina Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) ji hevbendiya bi AKP'ê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Neteweperestên Tirkiyeyê ji hevbendiya bi AKP'ê re vedikişin."

Têkiliyên Amerîka û Rûsyayê

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî li Koçka Spî John Bolton bi rayedarên Rûsyayê re qaneke stratejîk a nû û hevpeymana çekên nukleerî ku serok Donald Trump dixwaze jê vekişe gotûbêj kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Bolton li Moskovê qadeke stratejîk a nû gotûbêj dike."