Staffan de Mistura gihaşt Şamê

Nûnerê navneteweyî li Sûriyeyê Staffan de Mistura îro gihaşt paytexta Sûriyeyê Şamê.

Staffan de Mistura gihaşt Şamê
24 cotmeh, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di daxuyaniyeke çapemeniyê de got Staffan de Mistura gihaşt Şamê û diyar kir ku serdana wî dê çend rojan dirêj bike. Lê heta niha ne diyar e bê ka dê bi kê re bicive.

Dibe ku Staffan de Mistura ji bo avakirina komîteya destûra Sûriyeyê ya nû bi berpirsên Sûriyeyê re bicive.  

Li gorî plansaziya NY`yê divê di komîteyê de 150 endam, ji wan 50 nûnerên rêjîmê bin û 50’yên din ji aliyê komên çekdar ên alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, her wiha nûnerên neteweyî jî 50’yên bin. Lê heta niha tu pêşketin ji aliyê nûnerên neteweyî ve çênebûne.

(bx)