Belavkirina mazotê li ser şêniyên Reqayê dewam dike

Komîteya Sotemeniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya meclis û komînan madeya mazotê li şêniyên gundewarên bakurê Reqayê belav dike.

Belavkirina mazotê li ser şêniyên Reqayê dewam dike
Belavkirina mazotê li ser şêniyên Reqayê dewam dike
Belavkirina mazotê li ser şêniyên Reqayê dewam dike
Belavkirina mazotê li ser şêniyên Reqayê dewam dike
Belavkirina mazotê li ser şêniyên Reqayê dewam dike
24 cotmeh, 2018   10:03

REQA

Komîteya Sotemeniyê bi destpêkirina demsala zivistanê re bi hevkariya meclisên gel û komînan mazotê li şêniyên gundewarên bakurê Reqayê belav dike.

Mekanîzmeya belavkirinê bi rêya kartên ku beriya demekê hatibûn amadekirin û li ser komînên gund û taxên li bajarê Reqayê hatibûn belavkirin, pêk tê.

Komîteya Sotemeniyê ji her malbatekê re 200 lître mazot amade kiriye. komîtyê beriya çend rojan amzot li şêniyan belav kir û piştî du mehan wê carede din belav bike. Her bermîlek j mazotê bi 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ye.

Berpirsê belavkirinê Enwer Ehmed Hesen ê herêma Hezîma wiha got: "Beriya çend rojan me dest bi belavkirina mazotê kiriye, li gelek gundên bakurê Reqayê; Til Semin ên bakur û başûr, El-Amiriyê, El-Ricim, El-Ebyad û El-Sikeriyê belav kir, niha jî em li bajarokê Hezîme belav dikin û hewl didin li hemû bajarê Reqayê û gundên wê belav bikin."

(jo)

ANHA