Dagirkeran milkên wî desteser kirin lê dîsa jî li ber xwe dide

Mihemed Kirîş ji gundê Basûta ye. Artêşa Tirk a dagirker milkên Mihemed û jêdera debara wî desteser kir. Niha ew li Şehbayê sehlebê difiroşe û dibêje ew li ber xwe dide da ku vegere gundê xwe û milkên xwe vegerîne.

Dagirkeran milkên wî desteser kirin lê dîsa jî li ber xwe dide
Dagirkeran milkên wî desteser kirin lê dîsa jî li ber xwe dide
24 cotmeh, 2018   07:48

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi sed hezaran şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn û her wiha bi sedan sivîl di encama êrîşan de şehîd bûn.

Artêşa Trik a dagirker û çeteyên girêdayî wê milkên welatiyan desteser kirin.

Heta niha artêşa Tirk 8 hezar darên zeytûnan ji bingeha 14 milyon dar şewitandine. Li gorî biryara meclisên dagirkera Tirk ên li Efrînê, para xwediyên zeytûnê ji hilberîna zeytûnê tenê ji sedî 10 e.

Cîgerê serokê Desteya Çandiniyê yê Kantona Efrînê Selah Îbo got artêşa Tirk a dagirker dê 100 mliyon dolar ji hilberîna zeytûnê ya Efrînê talan bike.

Ji şêniyên ku artêşa Tirk milkên wan desteser kirine yek jî Mihemed Kirîş e. Mihemed ji şêniyên gundê Basûta yê girêdayî navçeya Şêrawa ye. Kirîş dibêje rûbera erdê wî hektarek û nîv e û bi sebze, genim û ceh diçand. Kirîş destnîşan kir ku dagirkera Tirk erd û milkên wî yên li Basûtayê desteser kirine.

Mihemed Kirîş niha li kantona Şehbayê bi cih bûye û da ku debara xwe ya rojane peyda bike, sehlebê difiroşe. Têkildarî mijarê Mihemed wiha got: "Em li vir li ber xwe didin. Di vegera Efrînê de û vegerandina milkên xwe ji dagirkeran em bi israr in."

Mihemed rojane serê sibehan hişyar dibe û sehlebê amade dike. Di nav 3 gund û bajarokan de; Fafîn, Maratê, Mislimiyê û Ehdasê digere û sehlebê difiroşe.

Di dawiyê de Mihemed tekez kir ku ew li Şehbayê ji bo vegera Efrînê li ber xwe didin.

(şx)

ANHA