Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike

Zarokên kampa Ebû Xeşeb a gundewarên rojavayê Dêrazorê di şert û mercên şer de û bê perwerde mezin bûn. Navenda Elwan a Perwerde û Piştgiriya Derûnî ya Zarokan hewl dide zarokan perwerede bike û mafên wan ku bi salan ku jê bê par mabûn, dabîn bike.

Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
Navenda Elwan zarokên Ebû Xeşeb himbêz dike
24 cotmeh, 2018   07:42

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Gelek demsal di ser zarokên kampa Ebû Xeşeb a gunedewarên rojavayê Dêrazorê re derbas bûn û kes tune bû ku wan perwerde bike. Navenda Elwan a perwerde û derûnî li Ebû Xeşeb navendeke rêxistineke mirovî ye, bi Meclisa Sivîl a Reqayê re hevkar e û alîkariya xizmetguzarî di aliyê perwerde û aliyê pişgirtiya derûnî de ji xwendekaran re pêşkêş dike.

Navendê dest bi pêşwaziya zarokên kampê kiriye ku hejmara xwendekaran gihaştiye 378'an. 11 odeyên xwendinê di nava planên kar de hene, her yek 3 mehan dirêj dike. Mamosteyên pispor ku bi salan karê perwerdeyê kirine û piştgiriya derûnî kirine, li ser perwerdeya zarokan disekinin.

Ebdil El-Celîl El-Ehmed ku berpirsê navendê ye, ji ajansa me re diyar kir ku navend xizmetguzeriya girêdayî perwerde û piştgiriya derûnî ji zarokan re pêşkêş dike û wiha got: "Me ji malbatên zarokan dest pê kir, piştgiriyeke derûnî ji wan re çêkir, em hewl didin di bernameyên xwe de mamosteyên pispor û xwedî tecrube bixebitînin."

(jo)

ANHA