Komînên gundên Şêrawa xizmetan pêşkêş dikin

Bi sedema dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve û bendên kontrolê yên rêjîma Sûriyeyê, alîkarî nagihîje gundên navçeya Şêrawa. Lê dîsa jî komînên wan gundan li gorî derfetên xwe xizmetê ji şêniyan re pêşkêş dikin.

Komînên gundên Şêrawa xizmetan pêşkêş dikin
Komînên gundên Şêrawa xizmetan pêşkêş dikin
Komînên gundên Şêrawa xizmetan pêşkêş dikin
Komînên gundên Şêrawa xizmetan pêşkêş dikin
24 cotmeh, 2018   06:47

ARIF SILÊMAN-TULÎN HESEN / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker nikarî hejmarek ji gundên navçeya Şêrawa ya kanotna Efrînê dagir bike (Gundê Mezin, Başemra, Kilûtê, Birc El-Qas, Zirinît û Meysa). Lê dîsa jî nahêle şêniyan wan gundan jiyana xwe ya normal bidomînin.

Ji destpêka dagirkirina gundên Birc Hêder, Berad, Kibêşîn, Kefer Nebo û Pasûfan alîkarî nagihîje wan gundan. Her wiha artêşa Tirk a dagirker car caran wan gundan topbaran dike. A herî dawî dagirkeran avahiyên şêniyên gundê Birc El-Qas topbaran kirin.

Sedema din ku rê li ber gihandina alîkariyan ji wan gundan re digire, hebûna bendên kontrolê yên rêjîma Sûriyeyê di navbera kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê de ye.

Gundê Birc El-Qas ji mezintirîn gundên Şêrawa tê hesbandin. Niha bi dehan malbatên ku di encama desteserkirina milkên welatiyan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, neçar man ji malên xwe derkevin û li gund bi cih bûn. Ew malbat li ser mûneyên (qûtê zivistanê) ku bi xwe anîne dijîn.

Şêniyên wan gundan nanê xwe ji bajarê Niblêyê peyda dikin. Her torbeyek ku tê de 14 nan hene, bi buhaya 200 lîreyên Sûriyeyê dikirin.

Tevî gelek astengiyan, komînên wan gundan xizmetê ji şêniyan re pêşkêş dikin. Her wiha komînên gundên Gundê Mezin, Kilûtê, Zirinît û Meyase jenerator peyda kirin û ji her malekê re amperek bê pere peyda kirin.

Ji aliyekî din ve şênî ava vexwarinê ji bîrên ku berê kolandine peyda dikin. Her wiha komînan bi hevkariya Heyva Sor a Kurd, navendeke tenduristiyê li wan gundan vekir da ku xebatên tenduristiyê bê pere ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Bi hatina zivistanê re şêniyên wan gundan bi hewcedariya pêdiviyên zivistanê ne.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Ezîz Nebo yê ji gundê Kîmarê û niha li wan gundan bi cih bûye, bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkarî û pêdiviyên zivistanê ji wan re pêşkêş bikin û wiha domand: "Bi hatina zivistanê re daxwazên rojane zêde dibin.  Betanî tune ne. Dema em ji malê xwe derketin, me tiştek bi xwe re neanî. Komînê alîkarî pêşkêşî me kir lê ew têrê nake."

Girêdayî heman mijarê hevserokê komîna gundê Birc El-Qas Heyder Nasro diyar kir ku ew li gorî derfetên heyî alîkariyê li şêniyan belav dikin û wiha got: "Ev alîkarî têra şêniyan nake. Alîkarî ji kantona Şehbayê ji ber bendên kontrolê yên rêjîmê nagihîjin me. Lê dîsa jî em hewl didin xizmetê ji şêniyan re peyda bikin."

(şx)

ANHA