Dayika Xezal dîrokê diparêze

Dayika Xezal ya Êzidî gelek parçeyên dîrokî li gel xwe kom kirine û mala xwe pê xemilandiye. Mala dayika Xezal niha mîna muzexaneyekê dixuye.

Dayika Xezal dîrokê diparêze
Dayika Xezal dîrokê diparêze
24 cotmeh, 2018   06:59

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Ji ber hezkirina xwe ya bermahiyên dîrokî, dayika Xezal di dirêjahiya salên berê de bi dehan parçeyên dîrokî kom kirin û hindek ji wan wek mîrate jê re maye.

Dayika Xezal 56 salî ye, ji bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyeyê ye. Piraniya bermahiyên dîrokî ku berhev kirine, ji baqir in û dîroka wan vedigere bi sedan salan. Her wiha ji tiştên ku kom kirine; destar, amûrên pîvanê, alavên malan ên kevn û hin parçeyên ku ji kevirên reş hatine çêkirin.

Dayika Xezal bi desteka malbata xwe ji beriya bi dehan salan ve van parçeyan diparêze. Dema DAIŞ'ê êrîşî bajarê Hesekê kir, dayika Xezal hemû tişt li pey xwe hiştin û tenê bermahiyên dîrokî xilas kirin.

Girêdayî mijarê dayika Xezal wiha got: "Dema DAIŞ'ê êrîşî bajêr kir min yekser hemû parçeyên dîrokî şandin gund da ku winda nebin."

Dayika Xezal diyar kir ku wê ev bermahiyên dîrokî di dirêjahiya salên berê de veşartine. Ev sedema bingehîn a parastina van bermahiyên dîrokî ye. Lê di van salên dawîn de dayika Xezal mala xwe pê xemilandiye. Dayika Xezal bang li hemû jinên Kurd û bi taybet jinên Êzidî kir ku bermahiyên dîrokî û çanda xwe biparêzin. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku muzexaneyekê vekin û hemû bermahiyên dîrokî yên girêdayî çanda gelên herêmê yên resen tê de pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA