Piştî konferansê biryarên girîng ên girêdayî jinan di zanîngehan de

Mamoste û xwendekarên jin ên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya bicihanîna biryarên Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rêxistina xwe ya xweser di zanîngehên bi pêş dixin.

Piştî konferansê biryarên girîng ên girêdayî jinan di zanîngehan de
24 cotmeh, 2018   06:38

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Bi armanca avakirina pergaleke hevpar û pêşxistina perwerdeya bilind a hemû zanîngehan, Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojên 19 û 20’ê Cotmeha 2018`an pêk hat û mamosteyên ji zanîngehên Efrîn, Kobanê û Rojava, akademîsyen, xwendekar, rêveberên zanîngeh û akademiyan û mamosteyên ji Şengal û gelek siyasetmedar û rewşenbîr tev lê bûn.

Konferans bi biryarên girîng bi dawî bû, têkildarî biryarên girêdayî jinan, mamoste Şînda Dawûd ji ajansa me re axivî.

Şînda wiha got: "Encamên tecrubeyên zanîngehên her sê kantonên Rojava yên du salan hatin nirxandin. Lê di warê xwendina bilind û akademîk de gelek kêmasî di navbera herêman de û di nav her herêmekê de derketin holê."

Di berdewama gotinên xwe de Şînda ev tişt anî ziman:"Ji bo derbaskirina wan kêmasiyan pêwîstî bi perwerdeyeke bilind hate dîtin da ku em karibin bigihêjin rêveberiyeke demokratîk bi beşdariya jin û xwendekaran."

Her wiha Şînda Dawûd destnîşan kir ku ji bo bicihanîna biryarên konferansê dê birêxistinkirina xwe xurt bikin û jinan bi rêya nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên ku rastî jinan tên perwerde bikin û wiha dewam kir:”Da ku jin karibin di nav zanîngehan de xwe bi pêş bixin û bigihîjin astên pêşketî.”

Mamoste dê li ser jineolojiyê bên perwerdekirin

Şînda di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo nasandina civakê bi zanista jinan û avakirina civakeke demokratîk, biryar hate dayîn ku metiryala jineolojiyê derbasî nava materyalan bibe. Ji bo pêşxistina vê zanistê û ji bo sûdê jê wergirin biryar hate dayîn ku zilam jî li ser metiryala Jineolojî werin perwerdekirin da ku karibin civakeke demokratîk dûrî zîhniyeta mêrdestiyê ava bikin.

(şx)

ANHA