ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 .10.2018
24 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Girkê Legê bi mebesta şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê organîze dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star bi wesîleya salvegera 26‘an a şehadeta têkoşer Gulnaz Karadaş (Bêrîtan) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînekê li dar dixe, saet 15:00. Bi heman armancê li navçeya Amûdê civîneke tê lidarxistin 09:00. Li aliyekî din jî meşekê ji aliyê mamosteyên navçeyê ve tê lidarxistin, meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya bicihanîna biryarên Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin rêxistina xwe pêş dixînin û bi zilam re perwerdeyên jineolojiya dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Xezalê ya Êzidî gelek parçeyên dîrokî li gel xwe kom kiriye û mala xwe pê xemilandiye. Mala dayîka Xezalê bûye mîna muzexaneyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Efrîn bi rasthatina zivistanî re tedbîrên pêwîste digire û li gorî derfetan xizmetan pêşkeşî şêniyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di encama dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve û bendên rêjîma Sûriyê, pêwîstî derbasî gundên navçeya Şêrawayî nabe, lê komînên gund li gorî derfetên di dest de pêdiviyên xwe peyda dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê milkên Mihemed Kirîş ji gundê Basûtayê ye milkê wî talan û jêdera qûta wî deste ser kir, Mihemed niha li Şehbayê sehlebê difroşe û dibêje ew li berxwe dide da ku veger gundê xwe û milkên xwe vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokên kampa Ebû Xeşeb a gunedewarê rojavayê Dêrazorê di şert û mercên şer de û bê perwerde mezin bûne. Navenda Elwan a Perwerdehî û Piştgiriya Dirûnî a Zarokan hewl dide zarokan perwerede bike û mafên wan ku bi salan ku jê bê par mabûn dabîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Kampa Erîşe ji ber xemsariya rêxistinan di nav şert û mercên dijwar de dijî, bi taybet bi hatina zivistanê re û zêdebûna hejmara wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê bi hatina zivisatnê re xebatên sererastkirin û peydakirina pêdiviyên dibistanan zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA