Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike

Rêveberiya Kampa Efrîn bi rasthatina zivistanî re tedbîrên pêwîste digire û li gorî derfetan xizmetan pêşkeşî şêniyan dike.

Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
Kampa Efrînê li gorî derfetên heyî  xizmetê dike
24 cotmeh, 2018   04:20

CAFER CAFO-ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Ji ber komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li kantona Efrînê şêniyên kantonê neçar man ku ji Efrînê derkevin û xwe li kantona Şehbayê bigirin.

Şêniyên Efrînê li kampên Serdem, Berxwedan, Şehba û Efrînê dimînin xwe di nava komînan de bi rêxistin kirine.

Kampa Efrîn di navbera gundê Marata Mislemiyê û navçeya Ehdas de dikeve. Kamp ji 100 çadiran pêk tê, ku bi dehan malbatên Efrînê hembêz kiriye.

Rêveberiya Kampa Efrînê wekî tedbîrên zivistanî bilok û çemento pêşkîş şêniyan bikin da ku çadiran sererast bike. Nemaze ku di barana dawî ya buharê de av derbarsî çandiran bû.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê kampê Ferî Oso diyar kir ku gelek astengî rastî wan hatine, lê dîsa jî hewl didin li gorî derfetan pêwîstiyên şêniyan peyda bikin.

Oso wiha domand: "Ji destpêka avakirina kampê, me av û kehrebe ji şêniyan re peyda kir. Her wiha mehane em alîkarî bi rêya komînan li şêniyan belav dikin."

Di dawiyê de Oso destnîşan kir ku ji ber kêmbûna pêwîstiyên tenduristiyê, rewşa tenduristiyê dijwar dike û wiha domand: "Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd em dermanên ku li gel me peyda dibin pêşke şêniyan dikin."

(şx)

ANHA