Gundê Sîba Şêx Xidir jî radestî Şengaliyan hate kirin

Hêzên Heşdî Şebî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya fermî gundê Sîba Şêx Xidir a Şengalê ku ji DAIŞ’ê paqijkiribûn, radestê Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Meclîsa Xweser ya Şengalê kirin.

Gundê Sîba Şêx Xidir jî radestî Şengaliyan hate kirin
23 cotmeh, 2018   18:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro gundê Sîba Şêx Xidir ê ser bi Şengalê ku di Gulana 2017’an de ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve hatibû kontrolkirin, bi daxuyaniyeke fermî a çapemeniyê radestê Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Meclîsa Xweser ya Şengalê hate kirin.

Li ser vê yekê daxuyaniyek fermî a ji bo radestkirina gund li gundê Sîba hat dayîn. Di destpêkê de fermandarê Heşda Şebî Ebû Ebid axivî û radestkirina gundê Sîba Şêx Xidir li tevahiya civaka Êzidîxanê pîroz kir û got: “Em îro kêfxweş in ku gelê Êzidî hatiye li ser ax, gund û navçeyên xwe bi rêve dibin, hêviya me jî ew e ku êdî gelê Êzidî ji koçberiyê vegerin.”

Abid de dewamê de balkêşa ser berxwedana YBŞ’ê û got; “Ev 4 sale YBŞ ji bo dawî anîna çeteyan şer dike. Em ê wek Heşda Şebî ti caran keda şehîdên YBŞ’ê ji bîr nekin.”

Li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî Arîf Şengalî axivî û got; “Em radestkirina gundê Sîba Şêx Xidir li tevahiya Êzidiyan pîroz dikin û spasiya hêzên Heşdî Şebî dikin. Em ê bi hemû hêza xwe parastina gund û navçeyên radestî me hatine kirin bikin.”

Piştî wê li ser navê xelkê gundê Sîba Şêx Xidir, Qendîl Şengalî jî mafê axaftinê girt û bang li welatiyên koçberbûyî kir daku vegerin ser malên xwe. Şengalî di dewamê de spasiya hemû hêzên şer kirîn kir û got ku ewê şehîdên li ser vê axê şehîdbûyîn ji bîr nekin. Qendîl bang li hikûmeta Iraqê jî kir daku ji bo vegera jiyana li Şengalê bikeve nava xizmetguzariyê.

Gundê Sîba Şêx Xidir dikeve Başûrê Şengalê û di Gulana 2017’an de ji aliyê hêzên Heşdî Şebî, bi hevkariya hêzên YBŞ’ê ji destê çeteyên DAIŞ hatibû rizgar kirin.

Hêjayê gotinê ye ku gundê Tilezêr ya ser bi Şengalê ku di sala 2014’an de ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê û di di 28’ê Gulana 2017’an de ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve hatibû kontrolkirin.

Gundê Tilezêr di 16’ê Cotmeha 2018’an de bi daxuyaniyeke fermî a çapemeniyê radestê Meclîsa Xweser a Şengalê û hêzên asayîşa Êzîdxanê hatibû kirin.